Ciwanan li Cizîrê rêya navneteweyî li trafîkê girtin

Ciwanan li Cizîrê rêya navneteweyî li trafîkê girtin

Ciwanên ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û piştgiriya AKP’ê ya ji çeteyan re şermezar kirin, li Cizîrê xwepêşandanek li dar xistin û Rêya Îpekê li çûnûhatinê hatinê girtin. Li navenda navçeyê cih bi cih di navbera polîs û ciwanan de pevçûn didome.

Ciwanên YDG-H’î yên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û piştgiriya AKP’ê ya ji çeteyan re şermezar kirin derketin kolanan û çalakî li dar xistin. Ciwanên li ser rêya Hezex û Cadeya Nisêbînê çalakî li dar xistin dirûşm gotin. Polîsan ku bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin, ciwanan jî bi kevir, molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan.

Pevçûn cih bi cih didomin, ciwanan Rêya Îpekê li trafîkê girtin.