Ciwanan li Amedê xwepêşandan li dar xistin

Ciwanan li Amedê xwepêşandan li dar xistin

Li navçeya Rezan a Amedê ciwanên ku rê girtin û agir pêxistin, alîkariya AKP’ê ya ji çeteyan re şermezar kirin.

Ciwanên li Cadeya Hatboyu hatin gel hev, li deriyê nizamiyeyê yê li pişt Dibistana Polîsan hatin gel hev çalakî li dar xistin. Ciwanên ku agir pêxistin û rê li trafîkê girtin, dirûşmayên ku dilsoziya bi PKK, YPG û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tînin ziman gotin.

Piştî çalakiyê polîsên hatin cihê bûyerê bi TOMA’yan ava şid û bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û molotofkokteylan ku bersiv dan, pevçûnan di nav taxan de dewam kirin.