Civînên amadekariya Kongreya Netewî didomin
Civînên amadekariya Kongreya Netewî didomin
Civînên amadekariya Kongreya Netewî didomin
Xebatên amadekariya kongreyê ên Komîteya Kongreya Netewî ya Kurd didomin. Duh civîna 4’mîn ya komîteyê 2 demjimêran domkir û çav lê ye îro jî kom bibin.
Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd duh roja Înê 4’mîn civîna xwe li darxist. Duh beriya endamên komîteyê kom bibin, serdana sersaxiya malbata Wezîrê berê yê Çandê yê Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî ku beriya du rojan jiyana xwe ji dest da bû kirin. Komîteyê piştî serdana sersaxiyê, li ofîsa Dîwana Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê dest bi civînê kirin. Civînê nêzî 2 demjimêran dom kir. Endamên komîteyê piştî civînê ti daxuyanî nedan.
Çav lê ye ku îro jî ber bi demjimêrên şevê ve Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd li hev bicive.