Cindirêsiyan ji bo Ocalan 36 hezar imze kom kirin

Cindirêsiyan ji bo Ocalan 36 hezar imze kom kirin

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, li navçeyan Cindirêsê ya Efrînê 36 hezar û 465 îmze hatin komkirin.

Derbarê mijarê de Komîteya Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li navçeya Cindirêsê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê Meclisa Gel a Navçeya Cindirêsê û Endamê Komîteyê Xelîl Ebas daxuyanî xwend û diyar kir ku Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê pêvajoya şoereşên gel hatiye destpêkirin, lê naveroka van şoreşên ku li Tunus, Lîbya, Misir, Yemen û Sûriyê  rû dan, ji hêla kapîtalîzmê û û Îslama siyasî ve hatiye valakirin û di encamê de çetetî pêşket, lewre jî bi hezaran mirov hatin kuştin û koçberkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demeke ku piraniya herêmên Sûriyê hatine wêrankirin de, li herêmên kurdan di çarçova sistema Xweseriya Demokratîk de û li ser rê û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gel hatiye birêxistinkirin û li hemû gund, bajar û taxan meclisên gel hatine avakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi felsefeya  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tevgera azadiya gelê kurd li herêmên kurdan biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan wek rêbaza têkoşînê nîşan daye û wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê ji bo afirînerê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçova kampanya îmzeyan ku li seranserê Kurdistan û cihanê hatiye destpêkirin de, me jî li navçeya Cindirêsê bi alîkariya saziyên mîna Meclisên Gel, Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Saziya Çand û Huner û Partiya Yekîtiya Demokratîk, komîteyên berhevkirina imzeyan avakirin. Gel pêwendiyek germ bi kampanyayê re nîşan da. Heta niha li navçeyê  36 hezar û 465 imze hatine berhevkirin. Kampanya hîn berdewam e."