Çîller xwest Kanther qedexe kir
Çîller xwest Kanther qedexe kir
Çîller xwest Kanther qedexe kir
Bi biryarnameya bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Kanther re xebatên PKK'ê yên li Elmanyayê hatin qedexekirin. Bi bultena qedexekirinê ya ji 53 rûpelan de, der heqê sûcên şer ên dewleta Tirk li Kurdistanê dikir de, gotinekê jî cih negirt. Li piştperdeya qedexeyê hevdîtinên Çîller ên Bonn û Washîngtonê hebû. Kanther ê qedexe anî jî, piştî bi salan ji sextekariyê ceza xwar.
Di Cotmeha 1988'an de li paytexta Elmanya Rojava Bonnê ji lîderê rejîma 12'ê Îlonê Kenan Evren re nîşana hêjayî ya bilind, ku ji nûnerên dewletên biyanî re dihat dayîn, hat dayîn. Lê belê Elmanyaya ji nerazîbûna raya giştî ya xwe ditirsiya, ev yek ji çapemeniyê veşart. Nîşan bê merasîm hat dayîn.
Di salên ku Kenan Paşa li Bonnê bi nîşanê hat pêşwazîkirin de îstîxbata cûnta li Elmanyayê tevneke xwe ya berfireh danîbû. Televîzyona dewletê ARD'ê di bernameya xwe ya nûçeyan a bi navê "Panorama" ya 3'ê Nîsana 1990'an de bi belgeyan îspat kir ku li 13 konsolosiyên Tirkiyê yên li Elmanyayê û Sefaretxaneya Bilind a Bonnê bi statuya dîplomatan 30 ajanên MÎT'ê dixebitîn.
Vê nûçeyê têkiliya navbera herdu welatan tengav kir û meqamên Elman ji bo 15 wezîfedarên Tirk ên hatin tespîtkirin ajanên MÎT'ê ne ji bo vegerin welatê xwe, zext kir. Lê belê Tirkiyê bi tenê 4 ajanên xwe kişand welat. Tevn û tora îstîxbarata Tirk a di dawiya salên 80 de ava kir, bi tenê ji wezîfedarên MÎT'ê pêk nedihat, dihat gotin ku li gelemperiya Elmanya Federal 200 ajan bi awayekî aktîf dixebitîn. Serdozgerên Stûttgart û Hambûrgê der heqê 15 kesên nasnameya wan hatin tespîtkirin de lêpirsîn da destpêkirin, doz bi salan dewam kir.
LI ELMANYAYÊ HAT PERWERDEKIRIN, JI BO SÛÎKASTÊ ÇÛ BEKAA!
Di hedefa xebatên MÎT'ê yên li Elmanyayê de bêguman PKK û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî hebûn. Serdarekî artêşa Tirk ê bi navê Dûrsûn Çinar ku di sala 1989'an de bi armanca sûîkastê çû Geliyê Bekaa Akademiya Mahsûm Korkmaz, ji aliyê gerîlayan ve hat girtin. Çinar ê bi Elmanî û Îngilîzî baş dizanî, bi vî rengî li xwe mukur hat:
"Di sala 1985'an de ji ber ezmûnên min, Daîreya Îstîxbarata Milî min girt Beşa Têkoşîna li dijî Terorîzma Navneteweyî û Antî Terorê. Li navendeke perwerdeyê ya li Balmûmcû ya Stenbolê, di mijarên têkilîdanîna bi mirovan re û agahî wergirtinê de min demekê perwerde dît. Ekîba me bi ser buroyeke taybet ve bû. Ev buro yekser bi Daîreya Îstîxbarata Milî ya li Enqereyê ve girêdayî bû.
Ez endamekî îstîxbarata milî me. Vê wezîfeyê bi payeya serdarî dimeşînim. Li komeleyên Kurd ên ser bi konsolosiyên Koln û Stûttgartê me ajanên MÎT'ê derdixistin holê. Piştî ku ji van deran nêzî 100 ajan hatin afirandin, ji bo cihên cuda hatin şandin. Piştî ku payeya min ji bo serdariyê hat bilindkirin, bi armanca têkoşîna li dijî terora Ermenî weke wezîfedar çûm Awûstûrya, Fransa û Holandayê. Piştî terora Ermenî rawestiya, li dijî PKK'ê em têkoşînê dimeşînin."
QERTA JÊNEVEGER A ÎHALEYAN
Di navbera salên 1989-1990 de Elmanyayê ji bo perwerdekirina sûbay û polîsên Tirk 3 mîlyon Mark xerc kir. Ev yek agahiya fermî ye. Di navbera salên 1989-1991'ê de NATO'yê weke alîkariya parastinê 260 mîlyon Mark û di navbera salên 1992-1995'an de 212 mîlyon Dolar da Tirkiyê. her wiha bi dehan tank û maşînên leşkerî yên artêşa Elmanya Rojhilat ji artêşa Tirk re hat dayîn.
Di destpêka salên 1990 de, şerê li Kurdistanê li aliyekî bimîne, Kurdên li Ewropayê dijîn bûn qerteke jêneveger a îhaleyên bi Tirkiyê re. Di sala 1992'an de tevî ku Elmanya û Fransayê gelekî dixwest jî, îhaleya helîkopteran a ji 2 mîlyar dolarî fîrmaya Skorsky ya Emerîkî qezenç kir. Li piştperdeya vê bûyera ku bazirganên çekan ên Ewropî aciz kiribû, pêkanînên li dijî Kurdan hebû ku ne li gorî dilê Enqereyê bû.
Yalçin Dogan di nivîsa xwe ya 4'ê Cotmeha 1992'an a li rojnameya Milliyetê de nivîsand ku ji ber xwepêşandanên Kurd ên li Parîsê di kêliya dawî de hatin qedexekirin Fransayê îhaleya satalîtê wergirt. Dogan krîza îhaleya helîkopter a du salan di navbera Parîs-Bonn-Enqereyê de dewam kir, wiha rave dikir: "Heta ku biryara wergirtina helîkopterên Skorsky hat dayîn, Enqere, Parîs, Bonn, London û Washîngtonê carna ço nîşanî hev didan, carna jî hev hembêz dikirin û mîna her şêweyên dîplomasiyê nîşan didan. Di çerxa siyasetê de biryara helîkopter, mîna goka di maseya pîngpongê de li qada navneteweyî diçû gel welatekî, vedigeriya diçû gel ê din, geh dike geh radibû..."
Li aliyê din xwepêşandan, protesto û çalakiyên Kurdan ên li Ewropayê her diçû zêde dibû. Naveroka bingehîn a van çalakiyan jî, tevî hemû binpêkirin, şewitandina gundan û komkujiyên dewleta Tirk dikir jî Elmanya û Fransa firotina xwe ya çekan ji bo Tirkiyê dewam dikir. Lê belê hînê payebilindên mîna Serokê Fermandariya Giştî ya Elman Klaûs Naûman ji bo şerê artêşa Tirk ê li hemberî PKK'ê digot 'rewa' ye.
Sala 1992'an ku sala şerê li Kurdistanê derket asta herî bilind bû, di heman demê de bû sala ku rêxistinbûyînên Kurd ên li Ewropayê jî derkeve asta herî bilind. Di 1'ê Tebaxê de di 1. Festîvala Kurditanê ya Navneteweyî de Stadyûma Sporê ya Bochûmê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat dagirtin. Tevgera Kurd cara yekemîn sed hezar mirov li Ewropayê anîbû cem hev.
DORA HIKÛMETA KOHL BI 'QEDEXEYÊ' HAT PÊÇANDIN
Di Hezîrana 1993'an de piştî ku Tansû Çîller bû Serokwezîr hem li Kurdistanê şer hem jî li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê demeke nû li benda Kurdan bû. Çîller ku gera xwe ya yekemîn li Rûsyayê kir û hingî dihat gotin ku dê Çîler bê Elmanyayê, ji bo PKK'ê li vî welatê qedexe bike, "terorîst" bide îlankirin û komeleyên Kurd bigire, çi ji dest bê wê bike.
Wan rojan Ertûgrûl Ozkok di gotara xwe ya li rojnameya Hurriyetê de ev fikir dida Çîller: "Tirkiye dê careke din firsendeke bi vî rengî bi dest nxe. Hevsengiyên navneteweyî encax bi vî rengî dikare li dijî PKK'ê bimeşe. Ji niha û pê ve hevsengî wê li gorî PKK'ê bimeşin. Lewma divê em bilezînin û firsendê ji dest nerevînin."
Ji bo zexta dîplomasiyê ya li dijî Kurdan ku ji Enqereyê hat amadekirin, dê Bonn ne amade bûya. Serokwezîr Kohl wiha digot, "Elmanya sîstemeke federal e. Her eyalet xwedî qanûnên cuda ne. Lewma qedexekirina PKK'ê ne gengaz e." Wezîrê Karên Derve Klaûs Kînkel jî got, "Ez weke wezîrê berê yê edaletê bi endaze (temkîn) nêzî gotina terorîst a li dijî PKK'ê dibim."
Lê belê gera Çîllerê destpê kir. Çîller ku di 20'ê Îlona 1993'an de dest bi gera xwe ya Elmanyayê kir, bi potên xwe mora xwe li gerê xist. Ji bo rojnamevanên Elman ên mafên Kurdan û binpêkirinên mafan pirsî Çîller ev bersiv da: "Ji sedî 10 ê mafên Kurdan en li Tirkiyê, ji Tirkên li Elmanyayê re nehatiye dayîn. Li Elmanyayê Tirk tên şewitandin."
Çîller li dû Elmanyayê li ser vexwendina Serokdewletê DYE Clînton di 12'ê Cotmeha sala 1993'an de çû DYE. Têgihiştina rêgeha Çîllerê ya Moskowa-Bonn-Washîngtonê, zehmet nîne. Armanca wê ya herî mezin, ji bo mezinkirina şerê li Kurdistanê wergirtina piştgiriya navneteweyî bû.
PÊVAJOYA BI ŞEWITANDINA LICÊ DESTPÊ KIR
Hefteyek piştî vegera Çîller ji Washîngtonê di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de navçeya Amed Licê ket bin agirê artêşa Tirk. Liceya ku bi rojan ket nedikarî biçê, her êvarê mijara nûçeyên kanalên televîzyonê yên Elman bû. Kovara Der Spîegel ji bo Licê gotina "Beyrûda biçûk" bikar anî û wêneyên xaniyên gule lê ketibûn weşand.
Hovîtiya li Licê Kurdên li Ewropayê xist nava tevgerê. Di 4'ê Mijdara sala 1993'an de li zêdeyî 30 bajarên Elmanyayê protestoyên Licê pêk hatin. Di vê navberê de li hemberî konsolosiyên Tirki, acenteyên ger û geştê û bankayên Tirkan êrîş hatin kirin. Di şewata li lokaleke li Wîesbadenê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li dijî Kurdan pêla binçavkirinan destpê kir. Nîşaneya yekemîn ji wezîrê karên hundir Kînkel hat: "Bila PKK tavilê bê qedexekirin."
Civîna di 22’ê mijdarê de dest pê kir û wezîrên karê hundir ên 16 eyaletan tevli bûn de, wezîrê karê hundir ya Federal Kanther bi bultneke 53 rûpel a ku PKK’ê qedexe dike çû civînê. Di civînê de Kanther biryarname wek heyî da qebûlkirin. Di 25’ê Mijdarê de wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta NRW’ê Schnoor got: Kanther ev xwest. Senatorê Karê Hundir ê Hamburgê Wrocklage jî got qedexeyê ji ‘Kanther’ bipirsin.
Di bultena Kanther ku ji bo şerê Kurdistan, sedeta şîdet, şewitandina gundan û komkujiyan de yek hevokek derbas nedibû de wiha dihat gotin:
“PKK/ERNK pêşî li jiyana ku her kes bi hevre bijî digire. PKK û sempatîzanê wê li Tirkiye û Elmanyayê hewl didin beşeke Tirkiyeyê tevli dewleta kurd bikin. Ev jî sûc van tespît dikin. Berjewendiyên Elmanyayê di bin tehdîdê ne. Çalakiyên şîdetê zirarek mezin dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re. Ger em li Elmanyayê desturê bidin faliyetên PKK’ê, em dê polîtÎkaya Elmanyayê ya derve bidin ber nîqaşê û baweriya hevkarên xwe têk bibin.”
‘DANKE KOHL’
Ev îfadeyên di biryarnameyê de ku tê xwestin ku Weşanên Berxwedan, Ajansa nûçeyan a Kurd-Ha, Komîteya Kurdistan, Federasyona Komeleya Çand û Karkeran a Welatparêzên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên girêdayê wê bê girtin, di esasa xwe de şîfreyên ku ev qedexe bi daxwaza Tirkiyeyê hatiye qebûlkirinê dida. Ji ber vê bû ku rojnameya Huriyetê bi manşeta ‘Danke Herr Kohl’ (Spas birêz Kohl’ derket.
Di 25’ê mijdarê de qedexe hate îlan kirin kû heman şevê Kanther di kanala televîzyonê ya ARD’ê de tevli bernameya nûçeyan bû û got: “Ez nekarim desturê bidim ku Elmanya bibe welatên şer û serhildanê. Elmanya ne cihên bihvedana terorîstane. Ezê desturê nedim hinek komên biyanî pirsgirêkên welatên xwe bînin vir. Ev qedexe dê pêşî li xweparastina kesên di bin tehdîda PKK’ê bigirin.
Ev qedexeya ku beriya salvegera damezrîndina PKK’ê de ya 27’ê mijdarê de pêk hat, komeleyên kurdan yên ku dihatin xwestin miftê li deriyê wan bixin, çalakiya runiştinê pêk anîn û çapemeniya Elman, bertekên tund nîşanê hikûmeta Kohl dida. Di 27’ê mijdarê de di rojnameya Frankurter Rundschau de wiha hatibû gotin: “Hikûmeta Federal ket ava bi duman ya Tirkiyeyê û piştgirî da ku Kurd bên pelçiqandin. Bonn metodên MGK’ê kopî dike. Li dijî kurdan bi Enqereyê re îtîfaqê dike.
Ji bo qedexeyê di xeta Enqere-Bonn-Washîngtonê de dîplomasiyeke bênavber hebû. Di 26’ê mijdara 1993’an de rojnameya Mîliyetê bi manşeta ‘Tevgera Kuryeya Veşarî’ derket û trafîka hevdîtnê ya ji bo qedexekirina PKK’ê ya di navbera Çîller-Kohl-Clînton de nivîsî. Her sê lîderan di hevdîtinên ku pêk dianîn de biryara ku li dijî PKK’ê operasyonê pêk bînin girtin.
KANTHER ‘KESÊ KARÊN QIRÊJ E’
Di sala 1972’an de qedexeyeke bi vê rengî li hemberî rêxistinên Filîstinê pêk hatibû. Nayê zanîn ku Çîler ji bo qedexeya PKK’ê û di çapemenî-rayagiştî de hewayeke li dij kurdan biafirîne çiqas pere veşarî daye Elmanyayê. Hat îdia kirin ku bi vî pereyî Çîller ji bo kampanyaya hilbijartinê ya Kohl bûye sponsor. Her wiha piştî salan şûnde derket holê ku Kohl û ekîba xwe di ruşvet û xapandinê de ne biyanîne.
Lîderê Xiristiyan Demokrat Kohl ku 10 sal bû welat bi rêve dibir, dixwest careke din bibe serokwezîr û di sala 1994’an de bê navber kampanyayên hilbijartinê pêk dianî. Di sala 1999’an de di skandala bexşê ya CDU ya ku Elmanya tevlihev kir de, derket holê ku Kohl kampanyayên hilbijartinê bi pereyên ku ji lobiya çekan tên pêk aniye.
Mînak polîtîkavanê CDU’yî Walteher Leîsler Kîep ku di sala 1999’an de ji kaçaxvaniya bacê hate girtin, di sala 1991’ê de ji Karlheînz Schreîber yê ji lobiya çekan e ji bo panzerekê bikire û firotin bê pirsgirêk temem bibe mîlyonek mark ruşvet daye. Li dijî bertekên rayagiştî Kohl jî di rojên dawî yên sala 1999’an de, neçar ma û li xwe mikur hat ku di navbera salên 1993-1998’an de bexşên ji bo partiya wî hatine kirin jê 2 mîlyon derbasî hesabê xwe yê şexsî kiriye.
CDU karên xwe yên qirêj bi Kanther dabû kirin. Di rojên destpêkê yên 2000’î de, derket holê ku di sala 1983’an de ma sekreterê gitşî yê Hessen ê CDU’yê bû 20 mîlyon markê Swîsreyê û Lîschtensteîn girtiye û ji ber vê ji parlameneteriyê îstîfa kir. Di 2005’an de Kanther rastî 18 meh cezayê girtîgehê hat. Cezayê wî veguherandin pereyan û Kanther 50 hezar Euro da û xilas bû.
ÇETEYÊ ÇÎLLERÊ LI ELMANYAYÊ YE
Di rojên ku Tirkiye bi çeteyên Susurlukê re mijul dibû, rojnameya Ozgur Polîkatiyê di hejmara xwe ya 13’ê mijdara 1996’an de bi manşeta ‘Çeteyê Çîlerê’ derket. Rojnameyê wêneyên ku Ozer Uçaran Çîller, Aydin Dogan, Fermandarê Hêzên Behrê yê Teqawît Orhan Karabulut, Huseyîn Duman yên ji kaçaxvaniya eroîn-çekan lêgerîna wî hebû û Alattîn Çakici ligel hev bû weşand. Ev wêne di 26’ê Gulana 1996’an de li bajarê Baden a Elmanyayê li otela ‘Brenner’ hatibû kişandin.
Di hevdîtinê de dihat destnîşan kirin ku ji bo hevkariya kaçaxvaniya madeyên nuklerê biryar dane. Li gorî vê osmîum ku nirxa wê ya piyasayê pir bilinde û di hilberîna çekên nukleerê de tên bikaran3in dê di paraza navnetewî de bifiroşin. Der barê faliyetên şebekeyê de, rojnameyê hevdîtinên nivîskî yên di navbera Interpol û îstîxbarata Elman de weşand. Ji bo şebekeya tevli tora Ineterpolê bûye BND dihat hişyarkirin.
Berfirehiya hevdîtina Baden-Badenê di 27’ê mijdara 1996’an de di kanala televîzyona dewletê ZDF’ê de di bernameya bi navê “Kennzeichen D” dîsa hat ser ekranan. Di meha îlon û cotmeha 1996’an de polîsê Frankfurtê şebekeyeke eroyinê ya tirk têk bir. 11 trik hatin girtin û ev eroyîn çawa ji Tirkiyeyê hatiye Elmanyayê hat tespîtkirin û dadgehê dadgeha Frankfurtê jî di 21’ê çileyê 1997’an de biryar da di biryarê di bazirganiya eroîna navnetewî de Tansu Çîler îşaret kir.
Çavkanî;
1- 1982-1998’e Polîtîkaya hikûmeta Helmut Kohl a ji bo Tirkiyeyê, weşanên Alexender Refflinghaus, Koster, 2002
2-Hejmarên meha mijdar û kanûnê ya 1993’an a rojnameya Berxwedan.
3- hejmarê meha Gulan û Mijdarê ya 1996’an a rojanemaya Ozgur Polîtîkayê.
4- Pirtûka ‘Kurbûna Radîkal-PKK’ ya Rêxistina parastina Makeqanûnê ya Eyaleta Rheinland-Pflaz di îlona 1995’an de weşandiye
5-Pêşnûmeya dîroka wê ya 11.03.1997 a Meclisa Federal a PDS’ê daye.
SIBÊ
-Siyasetmedarê kurd Mehmet Demîr roja 26’ê mijdara 1993’an vedibêje...