Çîçek: Êriş di şexsê partiya me de li dijî berxwedanê hatiye kirin

Çîçek: Êriş di şexsê partiya me de li dijî berxwedanê hatiye kirin

Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Soner Çîçek serdegirtinên binçavkirinê yên li dijî ESP, ETHA, Rojnameya Atilim û Ozgur Radyo şermezar kir û got, "Di şexsê partiya me de êrişî berxwedan û serhildana gel a li Parqa Gezî kirine. Armanca êrişan, têkoşîna bi rûmet û azad a gelan e."

Rêxistina Amedê ya Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP), der heqê binçavkirina endamên partiya xwe de, îro li ber Ofîs AZC Plaza daxuyaniyek da çapemeniyê.

HDK, EMEP, Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê û KESK'ê piştgirî dan daxuyaniyê. Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Soner Çîçek, operasyonên piştî berxwedana Parqa Geziyê hatin kirin weke "êrişa tolhildanê ya hukûmetê" bi nav kir û bibîr xist, ku li gel xebatkarên ETHA, Ozgur Radyo û Rojnameya Atilimê, di operasyonên îro danê sibê de 65 endamên ESP'ê hatine binçavkirin. 
HDK, EMEP, BDP Yenişehir İlçe Örgütü ve KESK’in de destek verdiği eylemde sık sık “Gözaltılar, tutuklamalar, baskılar bizi yıldıramaz”, “Faşizme karşı omuz omuza”, “Yaşasın halkların kardeşliği”, “Yaşasın devrimci dayanışma” sloganları atıldı.

Çîçek got, "Êrişên binçavkirinê di şexsê partiya me de li hemberî berxwedan û serhildana gel hatiye kirin. Armanca êrişan tinekirina têkoşîna bi rûmet û azad a gel e. Tevî ku yên hatine binçavkirin endam û rêveberên partiyeke qanûnî ye, medya û xwediyê wan polês hewl didin partiya me derveyî qanûnî nîşan bidin. Tevî ku partiya me gelek caran li êrişên bi vî rengî rast hatiye, her tim bi serbilindî xwe ji van êrişan rizgar kiriye. Hûnê careke din têk biçin. Ji ber ku ev berxwedan berxwedana gel e. Hêza xwe têra gel nake. Bila polês dest ji dek û dolabên li dijî partiya me berdin. Hûnê nikaribin partiya me bêdeng bikin. Hûn nikarin hêza gelê rabûye ser piyan bişkînin."

Çîçek di daxuyaniyê de bang li herkesî kir ku xwedî li mirovên hatine binçavkirin derkevin.