Çeteyên DAIŞ'ê mizgefta Hecî Reşad xistin vî halî

Çeteyên DAIŞ'ê mizgefta Hecî Reşad xistin vî halî

Çeteyên DAIŞ'ê, bi hovîtiya xwe ya li hember Mizgefta Hecî Reşad kirî re, careke din nîşan da ku bi çi rengî nêzî ola Îslamê dibe. Çeteyên dijminê mirovahiyê, ku bi navê Îslamê li dijî her mirovê ne ji xwe şer dikin, li Kobanê berî ji Mizgefta Hecî Reşad bê derxistin, mizgeft bi bombeyan hilweşand. Dîmenên vê mizgeftê hovîtiya çeteyan raxist pêş çavan.

Hêzên YPG'ê duh di danê sibê li aliyê rojhilatê herêma Kobanê hin çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê li dar xistin û di encamê de gelek nuqteyên ketibûn destê çeteyan hatin rizgar kirin. Yek ji nuqteyên ku şervanên YPG/YPJ'ê rizgar kirin Mizgefta Hac Reşad e.

Çete beriya ku ji mizgeftê birevin mizgeft bombe kirin û û hilweşandin. Li herêma ku mizgeft lê bû destpêkê xuya nake ku mizgeft e ji ber çeteyan dever bi tevahî teqandibûn. Dîmenên li dû derxistina çeteyan li herêmê hatin kişandin, hovîtiya çeteyan raxist pêş çavan. Ji mizgeftê tenê stûnên qalind mane. Li aliyekî wê qubeya mizgeftê ya ku hatibû xwarê xuya dikir

Şervanê YPG'ê Berxwedan Kobanê ya di têkoşîna li dijî çeteyan de li herêmê amade bû, bi vî rengî behsa bûyerê kir: "Em di nav çalakiyan de de bûn. Çawa ku em gihiştin mizgeftê, çete jê derketin û li dû xwe teqandin." 

Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir: "Çeteyên han dema êrîşî me dikin navê 'Elah û Ekber' bikar tînin, îro jî mizgefta han tevî hemû pîrozbahiyên tê de teqandin. Ev ne rastiya Îslamê ye."

Di heman demê de şervana YPJ'ê Pelîn Avaşîn a ku di dema teqînê de li wir amade bû acizbûna xwe ji vê rûdanê wiha anî ziman: "Ew çete hemû pîrozbahiyên mirovahiyê hedef digirin. Ji bilî Îslamiyetê dîroka wê mizgeftê heye. Ew dever ji bo Kobaniyan meqsedê nimêj û îbadetê bû. Di şerê li hember me de jî ew kuştina nirxên mirovahiyê yên ku em ji bo wan şer dikin armanc dikin."

Ew dever niha di bin kontrola hêzên YPG'ê de ye. Şervanan kozikên xwe li wir çêkirin û xeta xwe ya parastinê jî saz kirine.