Çeteyan êrîşî gundên Til Temir kirin

Çeteyan êrîşî gundên Til Temir kirin

Hate ragihandin komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Eniya El-Nusra êrîşî gundên Xêbiş û Esfûriyê yên li Til Temir kirine. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin.

Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê hatin wergirtine, îro saet di 06.00'an de komên çete yên DAIŞ/Eniya El-Nusra bi çekên giran ji gundê Xera yê li başûr-rojavayê Til Temir û ji gundê Ruguba yê li rojavayê Til Temir êrîşî gundên Xêbiş û Esfûriyê yên Til Temir kirin.

Li ser êrîşa çeteyan hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û pevçûn derketin. Hate gotin ku pevçûn bi dijwarî didome.