Çeteyan di êrîşa Xêbiş de gundiyek qetil kirin
Çeteyan di êrîşa Xêbiş de gundiyek qetil kirin
Çeteyan di êrîşa Xêbiş de gundiyek qetil kirin
Komên çete yên ku duh êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên Til Temir kirin, li gundê Xêbiş welatiyê ereb ê bi navê Îbrahîm Fewaz Salih bi hovîtî kuştin û mala wî şewitandin. Cenazeyê Salih îro li gund hate definkirin.
Li gorî agahiyên ku malbata Îbrahîm Fewaz Salih dane, dema komên çete duh (20’ê mijdarê) êrîşî gund kirin, bi ser mala wan de jî girtin. Çeteyan bi hinceta ku piştgiriya kurdan dike, Salih bi awayekî hovane kuştin û piştre jî mala wî şewitandin.
Piştî ku bi bersivdayîna hêzên YPG’ê çete ji gund hatin derxistin, cenazeyê Îbrahîm Fewaz Salih jî, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Cenaze piştî muameleyên olî, li goristana gund hate definkirin.