Çete kolan bi kolan ji Kobanê tên derxistin

Çete kolan bi kolan ji Kobanê tên derxistin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi teqwiyaya çek û komên nû tên kirin, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin têkirin û çete kolan bi kolan ji nav Kobanê tên derxistin. Navena Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên dawî de 23 çete hatine kuştin. Di şer de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û berxwedana li dijî van êrîşan di roja 56. de dewam dikin.

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyan ên bi teqwiyeya komên nû û çekan, ji aliyê şervanên YPG/YPJ ve hatine têk birin û destnîşan kir ku bi êrîşên dijber re hêzên YPG/YPJ'ê gelek nuqteyên çeteyan dagir kiribûn, rizgar kriine. Hat ragihandin ku topbarana çeteyan a bi hawanan li dijî bajêr, bê navber dewam dike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê li Kobanê de ev agahî da:

LI KANIYA KURDAN ÇETE JI KOLANEKE DIN HAT DERXISTIN, LI KOLANA ŞAREDARIYÊ 13 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya rojhilatê Kobanê şerê ku duh nîvro destpê kir heta îro ber destê sibê bê navber dewam kir û hêzên me derbên giran li çeteyan dan. Hêzên me li milê Kaniya Kurdan bi pêşve çûn, komên çete û çekên wan ên giran hatine têk birin û hin nuqteyên dagirkirî ji çeteyan hatine paqijkirin. Hêzên me, li vê derê kolanek bi pêşve çûn û derbên mezin li çeteyan dan. Li vê herêmê heta niha hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tesbît kirin. Li kolana Şaredariyê jî ji duh nîvro heta niha şerê sîng bi sîng dewam dike. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin lê vê derê 13 çete hatine kuştin.

LI ENIYÊN ROJAVA Û BAŞÛR 10 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya rojava jî hêzên me li derdora gundên Minaze û Îzea, li hemberî çeteyan hin çalakî û êrîş pêk anîn. Êrîş tevahiya şevê dewam kirin û bi qasî ku hat tesbît kirin 8 çete hatine kuştin.
Li eniya başûr jî, wekî asta eniyên din de nebe jî şer dem bi dem dewam kir. Lê vê herêmê kuştî û birîndarên çeteyan hatine dîtin, lê hejmar nehatiye zelalkirin. Hêzên me 5 kîlometre li başûrê bajêr, li ser rêya Helebê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de motorsîkletek hatiye rûxandin û 2 çete hatine kuştin.

DI ŞERÊ DAWÎ DE ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA

Di şer û çalakiyên doh de hevalekî me ku bi îradeyek mezin bûye xwedî sekneke mînak birîndar bûye. Lê belê li gel hemû hewldanan nehatiye rizgarkirin û îro sibehê şehîd ketiye."