Cerdevanê li Silopiyê hate kuştin ji ekîba Levent Ersoz e

Cerdevanê li Silopiyê hate kuştin ji ekîba Levent Ersoz e

Şeva 20’ê Hezîranê li navçeya Silopî ya Şirnexê cerdevan Remezan Erkan rastî êrîşa çekdarî hatibû û duh di demjimêrên nîvro de jiyana xwe ji dest dabû. Hate hînbûn ku, Erkan di çarçoveya lêpirsîna Ergenekonê de hatibû girtin û ji ekîba Levent Ersozê JÎTEM’ê ye.

Erkan şeva 20’ê Hezîranê li ser 1’mîn rêyê, di encama êrîşa çekdarî de giran birîndar bibû û duh di demjimêrên nîvro de li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Hate hînbûn ku, Erkan di sala 2009’an de di çarçoveya lêpirsîna Ergenekonê de hatibû girtin û piştre serbest hatibû berdan.

Erkan di dadgehê de îtîraf kiribû ku, ew Levent Erdoz ê JÎTEM’ê û albay Hesen Atîlla nas dike.