Çend dîmen ji wesayîta YPG'ê a rastî êrîşa komên çete hatî

Çend dîmen ji wesayîta YPG'ê a rastî êrîşa komên çete hatî

Wêneyên piştî êrîşa komên çete li Amûdê hatine kişandin cihê gotinê  nahêlin û nîşan dida ka komên çete çawa êrîşî wesayîta şervanên YPG’ê kirine.

Wêneyên wesayîta YPG’ê ya ku dema ji aliyê Hesekê dihat û li Amûdê rastî êrîşa çekdarî ya komên çete hat, asta êrîşê nîşan didin. Di wêneyên wesayîta ku şervanekî YPG’ê jî tê de jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn de, tê dîtin ku gelek gule li cama pêşî ya wesayîtê û aliyê ajokar ketine. Her wiha li çar aliyên wesayîtê şopên guleyan tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku êrîş bi plankirî pêk hatiye û ji berê de kemîn hatiye danîn.

Wêneyên ku cihê gotinê nahêlin, di heman demê nûçeyên ku îdia dikin YPG’ê êrîş kiriye jî derew derdixînin.

Li aliyê din di dîmenên ku di hinek malperên nêzî heman koman de hatine weşandin de jî tê dîtin ku wesayîta YPG’ê rastî êrîşê hatiye û hewl dide ku ji nava komê derkeve.