Cenazeyên gerîlayên jin bi dirûşman hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên gerîlayên jin bi dirûşman hatin pêşwazîkirin

Cenazeyê 3 gerîlayên jin ên di bombebarana artêşa Tirk a sala 2012'an li Çiyayê Çiravê jiyana xwe ji dest dan, li Erxeniyê bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ceylan Geldî (Gulbihar Bagok), Fatma Başak (Raperîn Batman) û Gulperî Bîlen (Axîn Hebûn) ên di sala 2012'an de di bombebarana artêşa Tirk a li Çiyayê Çirav ê Sêrtê de jiyana xwe ji dest dan û duh ji aliyê bi sedan kesî ve ji Çiyayê Çiravê hatin wrgirtin, îro ji aliyê malbatên wan ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê li navçeya Amed Erxeniyê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Alîkarên Şaredarê Erxeniyê, rêveberên BDP û MEYA-DER'ê li gel bi sedan kesî bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" ve hatin pêşwazîkirin.

Girseya gel bi tililî û çepikan cenazeyên gerîla Gelî, Başak û Bîlen şand Amedê.