Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê tên oxirkirin
Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê tên oxirkirin
Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê tên oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Nabixe Ehmed (Arjîn), Warşîn Emîn (Cudî), Qasim Kutê (Qasim), Hozan Şêxmus (Berxwedan) û Kamuran Bekir (Kamuran) ku duh di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê ku duh di êrîşa çeteyan a li hemberî gundên Xêbiş û Efsuriyê yên Til Temir de jiyana xwe jidest dabûn, îro danê sibê anîn Meydana Şehîd Cudî ya Til Temir. Li vir ji bo 5 şervanan merasîm hate lidarxistin. Piştî merasîma ku bi hezaran welatî tevlî bûn, cenazeyên 5 şervanan bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê wê li goristanê bi merasîmekê bêne definkirin.
Cenazeyê Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Besna Xalid (Hêvîdar Dara) ku di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû jî, ber bi Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê ve hate oxirkirin.