Cenazeyên 4 şervanên Kurd anîn Rihayê
Cenazeyên 4 şervanên Kurd anîn Rihayê
Cenazeyên 4 şervanên Kurd anîn Rihayê
Cenazeyên çar şervanên YPG/YPJ’ê yên di êrîşên li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.
Cenazeyê şervanên YPG/YPJ'ê Sertîp Çelîk, Aydin Îbrahîmoglu, Fatma Şêxan û Jiyan Zengeralp ên li Kantona Kobanê ya Rojava di şerê li dijî çeteyên hov ên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, di Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê re anîn Bakûrê Kurdistanê û birin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Piştî muameleyên otopsiyê cenazeyê Fatma Şêxanê wê bibin Kobanê, cenazeyên din jî wê bîşînin Amedê.