Cenazeyên 3 welatiyên li ser sînor hatîn qetil kirin anîn Rojava

Cenazeyên 3 welatiyên li ser sînor hatîn qetil kirin anîn Rojava

Cenazeyên 3 welatiyên ku ji aliyê leşkerên tirk ve li ser sînorê Bakûr û Rojava hatibûn qetil kirin, anîn bajarê Qamişlo yê Rojava.

Cenazeyên welatiyên Rojavayî yên bi navê Mihemed Zahir, Amir Ehmed Ebdullah û Yasir Ehmed Ebdullah ku di 17’ê mijdara 2013’an de li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên tirk ve hatibûn qetilkirin, hatin wergirtin. Cenazeyên ku ji Saziya Tiba Edlî a bajarê Meletiyê yê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên saziyên sivîl ve hatin wergirtin, di saetên êvarê de, di Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê re derbasî Rojava hatin kirin.

Cenazeyên hersê welatiyan li vir ji aliyê malbatên wan û nûnerên saziyan ve hatin wergirtin û ber bi Qamişlo ve derxistin rê.

ÇAV LI RÊ YE KU CENAZE SIBE LI BAJARÊ QAMIŞLO BÊNE DEFINKIRIN

Hersê welatiyên Rojavayî di 17’ê mijdarê de dema dixwestin di sînorê navbera Qamişlo û Nisêbînê re derbasî Nisêbînê bibin, saet derdora 01.30’an de ji aliye leşkerên tirk ve hatibûn gulebarandin. Çavkaniyan diyar kiribû ku dema hersê welatî ji aliyê gundê Hîmo yê Qamişlo derbasî Bakûr bûn û piştî ji gundê Yenîyol ê Nisêbînê derbasî riya Îpek ê bûn, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin gulebarandin. Di encama gulebarandê de hersê welatiyan jiyana xwe ji dest dabû ew biribûn Saziya Tiba Edlî a Meletiyê.