Cenazeyên 3 welatiyên li ser sînor hatibûn qetilkirin hatin definkirin

Cenazeyên 3 welatiyên li ser sînor hatibûn qetilkirin hatin definkirin

Cenazeyên 3 welatiyên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînorê Bakûr û Rojava hatibûn qetil kirin, li bajarê Qamişlo yê ji aliyê malbat û xizmên wan ve hatin definkirin.

Cenazeyên welatiyên Rojavayî yên bi navê Mihemed Zahir, Amir Ehmed Ebdullah û Yasir Ehmed Ebdullah ku di 17’ê mijdara 2013’an de li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên tirk ve hatibûn qetilkirin, duh ji Saziya Tiba Edlî a bajarê Meletiyê yê Bakûrê Kurdistanê hatibûn wergirtin û anîbûn bajarê Qamişlo yê Rojava.

Cenazeyên welatiyên bi navê Mihemed Zahir li taxa Hilêliyê, cenazeyên Ehmed Ebdullah û Yasir Ehmed Ebdullah jî li taxa Qenatsiwês, ji aliyê malbat û xizmên wan ve hatin definkirin.