Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê spartin axê

Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê spartin axê

Cenazeyên 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di şerên li dijî komên çekdar ên li gundên Dêr Belût û Bênê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê bi hezaran ve hatin veşartin.

Cenazeyên endamê Meclisa Leşkerî ya YPG'ê Zekeriya Îbo û şervanê YPG'ê Hemada Îsa ku di şerê li dijî komên çekdar li gundê Dêr Belûta yê navçeya Cindêrêsê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê şervanê YPG'ê Rêzan Henan ku li gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa dema dixwest mayina ji aliyê komên çekdar ve hatibû danîn hilîne jiyana xwe jidest dabû, duh ji Efrînê ji aliyê hezaran kesan ve hatibûn oxirkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê duh piştî nîvro ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi karwanekî wesayîtan anîn navçeya Cindêrêsê. Cenaze ji vir jî birin Goristana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Şehîdan. Piştî karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir de, Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo axaftinek kir û soza şopandina rêya "şehîdan" da.

Hemo got ku ewê desketiyên şoreşê biparêzin û wiha dom kir: "Em li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyên hestewar dijîn. Hin komên Îslamî bi hovîtî êrîşî gelê me dikin û dixwazin viyana gelê me têk bibin, lê yekîneyên YPG'ê bi berxwedana xwe ev êrîş têk birin. Em soz didin gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê ku, emê li ser rêya şehîdan têkoşîn û berxwedana parastina axa xwe berdewam bikin."  

Di merasînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şazya Ibrahîm jî axivî û diyar kir ew wek malbatên şehîdan bi bîranîn û doza şehîdan re dilsoz in.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê.