Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnên li Dêr Belût û Bênê de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Bi sedan kes ji bo ku tevlî mersîma Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê Zerdeşt û 2 şervanên YPG᾿ê Şêro û Şervan bibin, li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Welatiyan cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ji vir bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindêris a Efrînê ve hatin oxirkirin.
Di dema oxirkirinê de welatiyan bê navber silogan berz kirin û berxwedana YPG᾿ê silav kirin. Dema kerwanê wesayîtan di nava kolanên Efrînê de derbas dibû, dikandaran jî deriyên dikanên xwe girtin.
Kerwanê cenazeyan li daketina Cindêrisê ji aliyê hezaran kesî ve bi siloganan hate pêşwazî kirin. Li Cindêrisê jî hemû dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û tevlî merasîma pêşwazî kirinê bûn. Piştre cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ber bi gorîstana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Şehîdan ve htin birêkirin.