Cenazeyên 3 şervanên YPG`ê hatin defnkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG`ê hatin defnkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG`ê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê hezaran kesan ve hatin defnkirin.

Cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xemgîn Dirbêsiyê û Bawer Dirbêsiyê ku di pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de li derdora gundê Girhok ê herêma Çêlaxe de jiyana xwe ji dest dabûn û şervanê YPG'ê Ferhad Kobanê ku di 18'ê Tîrmehê de li herêma Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve hatin birêkirin.

Merasîm li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Husên Şawîş axivî bal kişand ser berxwedana lehengî ya Yekîneyên parastina Gel (YPG).

Piştî merasîmê cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û hatin defnkirin.