Cenazeyên 3 gêrîlayên jin ji bo otopsiyê şandin Meletiyê
Cenazeyên 3 gêrîlayên jin ji bo otopsiyê şandin Meletiyê
Cenazeyên 3 gêrîlayên jin ji bo otopsiyê şandin Meletiyê
Cenazeyên 3 gêrîlayên HPG'ê yên jin ku di sala 2012'an de li Çiyayê Çiravê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tiba Edli ya Meletiyê.
Di sala 2012'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê li Çiyayê Çiravê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 3 gêrîlayên HPG'ê yên jin jiyana xwe ji dest dabûn. Di pevçûnê de gêrîlaya di sala 1994'an de li Êlihê ji dayîk bû Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok), gêrîlaya di sala 1991'an de li Hezexê ji dayik bû Fatma Başak (Raperin Batman) û gêrîlaya di sala 1985'an de li Wanê ji dayik bû Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) ku jiyana xwe ji dest dan hatin wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştre cezazayên 3 gêrîlayên HPG’ê ên jin ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.