Cenazeyê şervanê YPG’ê bigirseyî ber bi goristanê ve rê kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê bigirseyî ber bi goristanê ve rê kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo yê bi nasnav Sebrî Gulo ku di êrîşa komên çete ya şevê din li Amûdê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesan ve ber bi goristanê ve hate birêkirin.

Cenazeyê Îsa Selah Gulo ku şevêdin anîn Mizgefta Qasimo, îro di saetên serê sibehê de birin mala malbata wî ya li Taxa Hilêliyê. Cenaze piştî lênêrîna dawî ya malbatê dîsa anîn Mizgefta Qasimo. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Gulo ji aliyê sedan kesan ve ber bi goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselun ve hate birêkirin. Di merasima ku ji bilî malbata Gulo rêveberên saziyan, meclîs û malên gel jî tevlî bûn de, wêneyên şervanê YPG’ê Gulo hatin vekirin û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re hatin qîrkirin.

Li gel hewayê gerim jî bi sedan kes bi meşê cenazeyê Gulo di nava kolanên bajêr re dibin goristanê. Meş didome û hejmara kesên beşdarî meşê dibin jî derket hezaran.