Cenazeyê milîtakên MLKP’ê Selçûk anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê

Cenazeyê milîtakên MLKP’ê Selçûk anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê

Cenazeyê milîtanê Partiya Komunîst Lenînîst û Marksîst (MLKP) Yilmaz Selçûk îro anîn Amedê.

Cenazeyê Yilmaz ku di 10’ê Kanûna 2010’an de di dema “amadekariya şer” de jiyana xwe ji dest da, 11’ê Nîsanê şeva Pêncşemê ji Deriyê Sînor yê Xabûr re anîn Tirkiyeyê.

Cenazeyê Selçûk ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, piştî karûbarên otopsiyê vê sibehê ji aliyê malbat û rêhevalên wî ve anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Cenazeyê Yilmaz Selçûk ji aliyê endamên MEYA-DER, BDP û ESP’ê ve hate pêşwazî kirin. Piştî karûbarên otopsiyê yên dê li Saziya Tiba Edlî ya Amedê pêkbên, dê îşev di demjimêr 20.00’an de bi karwanekê bibin Balefirgeha Amedê û ji wir jî oxirî Stenbolê bikin.

Cenazeyê Selçûk sibe piştî merasima cenazey ya di demjimêr 14.00’an li Cemxaneya Gazî, dê ji aliyê malbat û rêhevalên wî ve li Goristana Gazî bê defin kirin.

Milîtanê MLKP’ê Yilmaz Selçûk di 10’ê Kanûna 2010’an di dema “amadekariya şer” de jiyana xwe ji dest da. MLKP’ê bi hinceta ewlekariyê 10’ê Kanûna 2012’an aşkera kir ku, Selçûk jiyana xwe ji dest daye.