Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet wê bînin Edeneyê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet wê bînin Edeneyê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet wê bînin Edeneyê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet ku di sala 2007'an de li Çiyayê Kato di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû wê sibê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê were girtin û ji bo bê definkirin dê bînin navçeya Ceyhana Edeneyê.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) ku di sala 2007'an de li Çiyayê Kato ya li navçeya Bêşebaba Şirnexê di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû 3 meh beriya niha ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbole. Piştî ku muameleyên otopsiyê bi dawî bûn, malbata Dehşet ji bo cenaze bigire serî li saziyê da. Piştî serdanê çav li rê ye ku sibê malbat cenaze teslîm bigire. Malbatê diyar kir ku piştî cenaze teslîm were girtin, ew ê cenaze bi balafirgehê bibin Edeneyê û li Goristana Yenî ya Ceyhana Edeneyê defin bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê jî diyar kir ku dê cenaze bi girseyî li Balafirgeha Şakîrpaşa ya Edeneyê pêşwazî bikin û banga tevlibûnê li gel kir.