Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bo Edeneyê hat birêkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bo Edeneyê hat birêkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bo Edeneyê hat birêkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) ê di sala 2007'an de di pevçûneke li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hat wergirtin û bo Edenê hat birêkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet ji aliyê gerîlayan ve li şehîdgeha li bejahiya Elkê hatibû veşartin. Cenazeyê Dehşet ê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dest danî ser û ji bo testa DNA şand ji Saziya Tipa Edlî ya li Stenbolê.
Cenaze di 20'ê Tebaxa 2013'an de anîn Saziya Tipa Edlî û tevî ku diyar kirin dê testa DNA di nava du hefteyan de bi encam bibe jî, cenaze piştî 3 mehan hat radestkirin.
Cenazeyê Dehşet tevî malbata wî ji aliyê Alîkarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alî Orûç, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul, rêveberê YAKAY-DER'ê Mehmet Samûr û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.
Rêveberê YAKAY-DER'ê Mehmet Samûr li ber Saziya Tipa Edlî beriya birêkirinê axivî û xwest, rewşa aştiyê dewam bike û cenazeyên nû neyên.
Dûre Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul axivî û bal kişand ser serdana Serokwezîr Erdogan a bo Amedê û got, "Serokwezîr Erdogan got ewê pêvajoya aştiyê dewam bike. Ji bo dewamkirina pêvajoya aştiyê, divê bi Birêz Ocalan re muzakere bê kirin."
Di merasîmê de xalê Ferdî Dehşet û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alî Orûç axaftinek ir. Kekê gerîla Dehşet Ramazan Dehşet jî got, "Her çend ew birayê min be jî ew şehîdê Kurdistanê ye. Birayê min bedena xwe da ber guleyan û gorî têkoşîna azadiyê kir."
Li dû axaftinan cenaze bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bo navçeya Edene Ceyhanê hat birêkirin.
Li navçeya Edene Ceyhanê dê li Taxa 6 Ocak sibê saet di 10:00 de merasîma cenaze were lidarxistin û dûre bê veşartin.