Cenazeyê gêrîla Bîlen ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Bîlen ji aliyê hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û bibeşdarbûna hezaran kesan hate veşartin. Bavê gêrîla Bîlen diyarkir ku, ger hewce bike ew dê zarokek xwe ên dijî ji bo azadiya gelê Kurd feda bike.

Cenazeyê gêrîlaya HPG’ê Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) ku di encama êrîşa hewayî ya di sala 2012'an li Çiyayê Çirav a navçeya Dihê ya Sêrtê li gel du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê bi beşdariya hezaran welatî hate veşartin. Cenazeyê gêrîla Bîlen ku duh ji aliyê malbatê ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibû hilgirtin, ji aliyê sedan welatî li navçeya Gevaşê hate pêşwazîkirin. Cenaze tevî dehan wesayîtan ber bi mala malbata gêrîla Bîlen a ku li Taxa Suphan a Wanê bi rê ket. Cenaze li Taxa Suphan ji aliyê hezaran kesî ku di nava wan de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêvebirên BDP'ê yên navçe û bajarê Wanê, şaredar, endamên meclîsên şaredarî û giştiya bajar û nûnerên saziyên sivîl jî hebû, hate pêşwazîkirin û bi meşê birin Goristana Taxa Suphanê.

Di meşê de wêneyên gêrîla Bîlen û 2 kesên ku tevî Bîlen jiyana xwe ji dest da, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK hate hildan, dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Bîjî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" hate avêtin.

'HEWCE BIKE EZ DÊ JI BO AZADIYA GELÊ KURD ZAROKEK DIN JÎ FEDA BIKIM’

Cenazeyê gêrîla Bîlen ku ji aliyê hezaran kesî ve anîn goristanê, ji aliyê jinan ve hate hildan û heta cihê were veşartin birin. Xizmên gêrîla Bîlen bi sêniya xenayê hatin ser gorê û zêmar xwendin. Piştî cenazeyê gêrîla Bîlen hate veşartin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî wê bavê gêrîla Bîlen  Zubeyr Bîlen axivî û da zanîn ku, ji bo azadiya gelê Kurd berdêlên giran hatiye dayîn û êş hatiye kişandin û wiha got: "Keça min ne tenê şehîdê me şehîdê hemû gelê Kurd e. Heke hewce hebe ji bo azadiya gelê kurd zarokekê xwe yê din jî feda bikim. Lê em dibêjin êdî bese, bila ev xwîn raweste. Bila gelê Kurd jî wekî gelê din ên cîhanê li ser axa xwe azad bijî." Dayika gêrîla Bîlen Halîme Bîlen spasiya xwe ji bo hemû kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê bûne, kir û wiha got: "Zaroka min ne tenê ya mine, zarok û şehîda hemû gelê Kurde."

‘GELÊ KURD DI SALA 2012’AN DE BERXWEDANEK BÊHEMPA NÎŞAN DA’

Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar jî di merasimê de axivî û diyar kir ku, jinên Kurd wekî li dîrokê niha jî ji bo têkoşîna azadiye gele Kurd canê xwe dike sîper û wiha got: "Êdî tu hêz nikare teslîmiyetê li ser gelê Kurd ferz bike. Gelê Kurd bi pêşengiya şehîdan gav bi gav ber bi azadiyê dimeşe." Piştî axaftinan girse bi dirûşmeya "Şehîd namirin" û bi sirûda "Çerxa şoreşe" heta konê sersaxiyê meşiyan. Parlementerê BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer, li konê axivî û anî ziman ku gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derketiye. Uçer da zanîn ku, divê gelê Kurd bi awayekî bibiryar piştgiriyê bide pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Wekî qehremana îro me definkir bi hezaran qehremanên gelê Kurd di sala 2012'an berxwedanekî bêhempa nîşan dan û dewlet neçar hişt ku bi Birêz Ocalan rûne."

GIRSE ÇÛ SERDANA KONÊ SERSAXIYA GÊRÎLA YAKÛT

Piştî axaftinên li vir, girse çû konê sersaxiyê ku ji bo gêrîla Leyla Yakût (Bahar) a ku di sala 1998'an li Pasûra Amedê jiyana xwe ji dest dabû li heman taxê hatiye vedan. Di meşê de posterên gêrîla Yakût hate hildan û dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Bîji Serok Apo" hate qîr kirin. Li konê piştî rêzgirtinê Serokê BDP'ê ya Wanê Mûsa Îtah axivî. Îtah anî ziman ku, gelê Kurd ligel ku pêvajoya aştiyê ye hîn jî cenazeyên zarokên xwe vedişêrin û wiha got: "Heke îro raya giştî ya cîhanê navê gelê Kurd û têkoşîna wan bihîstibe, ev yek ji ber têkoşîn û berxwedana şehîdan, tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Piştî Îtah, bavê gêrîla Yakût Vedat Yakût axivî û ji bo serdana welatiyan spasiyên xwe anî ziman. Yakût wiha got: "Divê di pêvajoya ku hatiye destpêkirin em li cem Birêz Ocalan cihê xwe bigirin û piştgiriyê bidinê."