Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyê 3 şervanên YPG û YPJ'ê yên di parastina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.
Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ yên ji Amedê, ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.
Cenazeyê şervanên YPG û YPJ'ê Sertîp Çelîk (Berxwedan Amed), Aydin Îbrahîmoglû (Çekdar Amed) û Jiyan Zengeralp (Zîn Gulbihar), duh ji Deriyê Sînor ê Kobanê hatin wergirtin û rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Li dû kar û barên otopsiyê cenaze ji aliyê girseyeke qelebalix ve ber bi Amedê hatin birêkirin. Cenaze nîvê şevê li Navenda Ava Petrol a li ser rêya Rihayê bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin.
Bi konvoyek ji dehan wesayîtan cenaze anîn Goristana Yenîkoyê û wecîbeyên olî li vir bicih hatin anîn. Girseya gel a li ber deriyê morgê timî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Kujer DAIŞ hevkar AKP" qîriya.
Cenazeyê Sertîp Çelîk (Berxwedan Amed) wê saet di 10:00 de li Goristana Yenîkoyê bê veşartin. Dûre cenazeyê Îbrahîmoglû li gundê Cankatran ê Peyasê û cenazeyê Zengeralp jî wê li gundê Mezrîk ê Baglarê werin veşartin.