Cebhet El-Nusra welatiyek Kurd revand
Cebhet El-Nusra welatiyek Kurd revand
Cebhet El-Nusra welatiyek Kurd revand
Komeke çekdar a girêdayî Cebhet El-Nusra welatiyê Kurd Mihemed Emîn Şêxê (35) revand.
Li taxa Qabûn a Paytexta Sûriyeyê Şamê, komeke çekdar a girêdayî Cebehet El-Nusra welatiyê Kurd Mihemed Emîn Şêxê (35) sal revandin. Mihemed Emîn Şêxê li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, li taxa Rukneldîn a Paytexta Sûriyê Şamê dima û li taxa Qabûn di werşeyeke boyaxê de kar dikir.
Koma Çekdar a girêdayî Cebhet El-Nusra di 15᾿ê hizêranê de Şêxo revandin û ji wê demê ve winda ye. Malbata Şêxo da zanîn ku tu, girêdanên kurê wan ên siyasî tune bû û bang li koma çekdar kir da ku kurê wan serbest berdin.
Malbatê bang li kesên tiştekî derbarê kurê wan de dizanin wan li ser van hêjmara telefonê agahdar bike: Tirkiye: 00905435616086/Sûriye : 0932187067/ 052710266 /0527197750