Careke din Dîwarê Şermê
Careke din Dîwarê Şermê
Careke din Dîwarê Şermê
Dewleta Tirkiyê careke din dest bi lêkirina "Dîwarê Şermê" yê di navbera Dirbêsiya Rojava û Bakurê kurdistanê de kir.
Dewleta Tirkiyê beriya niha li Dirbêsiyê jî dest bi lêkirina Dîwarê Şermê kiribûn. Li dijî çêkirina dîwar roja 14`ê mijdarê bi sedan kes meşiyan û beşek ji dîwar hilweşandin. Leşkerên Tirkiyê gule li welatiyan barandin û di encamê de welatiyeke birîndar bû. Tevî nerazîbûna welatiyan jî Hikûmeta Tirkiyê careke din dest bi çêkirina dîwar kir.