Çalakiyên Pêncşema Reş dewam dikin
Çalakiyên Pêncşema Reş dewam dikin
Çalakiyên Pêncşema Reş dewam dikin
Çalakiyên Pêncşema Reş ku bi boneya şaredar, parlamenter û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan her hefte roja Pêncşemê li ber avahiyên şaredariyan tên lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kir. Beşdarên çalakiyên bang li hikûmetê kirin ku siyasetmedarên Kurd serbest berde.
Li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê, li navçeya Dêrika Mêrdînê, Peyasa Amedê, Erdîşa Wanê û Êlihê çalakiyên Pêncşema reş berdewam kir. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê koma ku li ber avahiya Şaredariya Pirsûsê kom bûn bi tevlêbûna Wekîla Şaredar Hulya Demîr, endamên meclîsa şeredariyê û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de Nûnerê Sendîkaya Genel Îş'ê Bekir Koşti, daxuyanî da û xwest 10 hezar siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî çalakiyên ku 3 salin berdewam li ber avahiya Şaredariyê berdewam kir. Wekîlê Şaredar Mehmet Burun, Hevserokê BDP'a Wêranşarê Halis Aktaş, nûnerên saziyên sivîl ên civakî STK'ê, BDP'ê û keyayên 14 taxan amade bûn. Keyayan anîn ziman û ew piştgiriyê didin pêvajoyê û dixwazin Şaredar Leyla Guven û hevalên din serbest bên berdan. Li ser navê Komê Suar Uzun daxuyanî da û xwest di vê pêvajoyê de siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê koma ku li ber avahiya Şaredariyê kom bû daxuyanî dan çapemeniyê. Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçeci, endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Nûnerên Belediye-Îş û Tum-Bel Senê jî amade bûn. Dogan Ozbahçecî biryara der barê Roboskiyê de şermezar kir û anî ziman ku ev dadgeh bi feraseta dagirkerî û metîngeriyê tev digerin. Ozbahçecî biryar şermezar kir û da zanîn ku dê heta dawî dozê bişopînin.
Li Amedê jî li ber avahiya Şaredariya Peyasê di hefteya 172'an de çalakî berdewam kir. Wekîl Mahmut Dag, anî zimanku 172 hefte ne bi girseyî çalakiyê pêk tînin û daxwaza xwe tînin ziman, lê ev daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. Li Bajaroka Eganîsê ya Peyasê jî bi heman armance çalakî hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên sivîl û civakî tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê KURDÎ-DER'ê Cevdet Zilanli daxuyanî xwend û xwest şaredar û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Çalakiyên ku hatin lidarxistin piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bûn.