Çalakiyên li Bedlîs û Amedê HPG’ê girt ser xwe
Çalakiyên li Bedlîs û Amedê HPG’ê girt ser xwe
Çalakiyên li Bedlîs û Amedê HPG’ê girt ser xwe
Êrîşên li Bedlîs û navçeya Peyas a Amedê yên dijî polîsan pêk hatin HPG’ê girtin ser xwe. HPG’ê diyar kir di çalakiya ‘bi armanca hişyariya terora polîsan a li hemberî gel’ pêk anîne de 3 jê tîmên taybet 4 polîs hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) têkildarî çalakiyên roja Înê li hemberî nuqteya kontrolê ya polîsan a li Bedlîsê û roja Pênçşemê jî li Amedê li dijî wesayîta polîsan pêk hat daxuyanî da.
NÇR-HPG ragihand ku her du çalakiyên mijara gotinê ‘bi armanca hişyariya li hemberî polîtikayên komkujer û terora polîsan a li hemberî gel zêde bûye’ pêk anîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me yên gerîla li hemberî terora polîsan û polîtikayên komkujer ên dewleta Tirk li hemberî gelê me pêş xistine bi armanca hişyariyê ev çalakî pêk anîne. Ger ku dewleta Tirk dest ji van polîtikayan bernede wê hêzên me li her qadê bi şêweyekî berfireh bersiva pêwîst bidin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî encamên çalakiyê jî agahî hat dayîn.
Li gor vê, 26’ê Îlonê saet 21.30’an di çalakiya bi çekên giran û ferdî ya di mesafeyeke nêz de li hemberî nuqteya polîsan a li ser rêya Îpekê ya ketina Bedlîsê pêk hat 3 tîmên taybet mirin, 2 jî birîndar bûn.
Li navçeya Peyas a Amedê jî 25’ê Îlonê saet 23.00’an de di çalakiya li hemberî 2 wesayîtên polîsan pêk hat de polîsek mir, 2 jî birîndar bûn.