Bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê belav dibin, polîsan êrîşî xwendekaran kir

Bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê belav dibin, polîsan êrîşî xwendekaran kir

Li Zanîngeha Dîcleyê bûyerê bi koma dixwast afîşa Hefteya Kutlu Dogumê daliqîne destpêkirin belav dibe. Polîsan bu tund mudaxele li xwendekarên welatpêarêz û muxalîf kir û xwendekaran ji bo Murat Îzol bîrbînin ber bi semta Fîskaya ve dest bi meşê kirin. Polîsan careke din bi bombeyên gazê êrîşî xwnedekaran kir. Di bûyeran de 6 xwendekar birîndar bûn.

Li Zanîngeha Dîcleyê di navbera koma dixwestin têkildarî Heftaya Kutlu Dogumê afîşan daliqînin û xwendekarên din de nîqaş derket. Piştî nîqaşê kombê bi tekbîran bi dar, testikên hesin û kêran êrîşî xwendekarên welatparêz kirin. Polîsan qet mudaxeleyî meşa komê ya di destên wan de dar û ber heyî nekir û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên welatparêz û muxalîf kir. Di bûyeran de 6 xwendekar birîndar bûn û polîsan 2 xwendekarên birîndar binçavkirin. Li ser vê yekê xwendekar careke din li ber Fakulteya Perwerdehiyê hatin cem hev û xwestin 2 hevalên xwe yên birîndar ji wesayîta polîsan bigirin. Polîsan li ser daxwaza xwendekaran a bi israr 2 xwendekar serbest berdan û di ambulansan de hatin dermankirin. Bi sedan xwendekarên hevalên xwe yên birîndar girtin bi slogana "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" ber bi semta Fîskaya ve deste bi meşê kirin.

JI BO ÎZOL MEŞIYAN

Bi sedan xwendekarên ji bo Murat Îzol ê ku ji ber polîsan reviya û xwe avêt Çemê Dîcleyê ber bi Semta Fîskaya ve dimeşiyan careke din rastî êrîşa polîsan hatin. Ligel êrîşa polîsan xwendekar li derdorê careke din hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Xwendekarên dimeşiyan wesayîta aydî Saziya Yurtlar Krediyê ya bi lez dihat li xwendekarekî qelîbî. Piştî xwendekar birîndarbû xwendekaran hemû camên wesayîtê şikandin û texrîp kirin.

Xwendekaran piştî hevalê xwe rakirin nexweşxaneyê dest bi meşê kirin. Polîsan li ser Pira Fîskaya careke din pêşiya xwendekaran girt. Polîsa destûr neda xwendekar bimeşin û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir. Xwendekaran jî bi keviran bersiva polîsan da. Xwendekarên belavnebûyîn li ser pirê careke din hatin cem hev. Gelek polîs jî ji ber gazê bandorbûn. Xwendekar li ser pirsê sekna xwe berdewam dikin û polîsan jî rê ji tirafîkê girt û Fiskaya dorpêçkirin.

Gelek xwendekar jî bi meşê hatin ser pirê û gihiştin hevalên xwe yên din. Xwendekar slogana "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" qîr dikin û gelek polîs jî sewqî zanîngehê û Pira Fîskaya hatin kirin.

Heyeta ji Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, parêzer, nûnerên Odeya Tabîban a Amedê û BDP'iyan pêk tê hatin cem xwendekaran. Heyet bi polîs û xwendekaran re hevdîtinan dike û sekna rageşî berdewam dike.