Buldan: Nameya Ocalan hîn jî negihiştiye destê me

Buldan: Nameya Ocalan hîn jî negihiştiye destê me

Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re ku li Qendîlê hevdîtin bi rayedarên KCK'ê re kirin, diyar kir ku Ocalan ji bo Qendîlê nameyek nivîsandiye û tevî hatiye gotin ku di nav 2 rojan de wê radestî wan bikin jî hîn negihiştiye wan. Buldan got ku hevdîtîna bi rayedarên KCK'ê re baş derbas bûye.

Heyeta BDP'ê û HDP'ê, piştî hevdîtîna ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li Girava Îmrali di 14'ê Mijdarê de derbasî Qendîlê bûn û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin çêkirin. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan hevdîtina xwe ya bi rayedarên KCK'ê re ji DÎHA re nirxand.

'OCALAN DIYAR KIR KU PÊVAJO YEKALÎ DIMEŞE'

Buldan, bi bîr xist ku di 9'ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevdîtin çêkirine û got, "Beriya me civîneke Birêz Ocalan a bi rayedarên dewletê re hebû. Birêz Ocalan diyar kir ku ew civîn bi awayekî berfireh derbas bûye, nîqaşên pir kûr çêbûne, lê belê pêvajo bi yekalî tê birêvebirin. Ji ber ji gava pêvajoyê dest pê kiriye, hikûmet û dewletê pratîkeke erênî û berbiçav neavêtine, lê tevî van hemûyan bi yekalî be jî pêvajo tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de pêvajo li ser pira siratê ye, ne diyar e wê kî bikeve kî nekeve an jî wê pêş bikeve pêş nekeve ne diyar e. Bi giştî di hevdîtinê de Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ya 4 parçe Kurdistan hat nirxandin. Li gel wê bendewariyên têkildarî hilbijartinan, diyarkirina namzetan û der barê HDP'ê de pêşniyar hebûn.

'HÎN JÎ NAME NEGIHIŞTIYE DESTÊ ME'

Buldan, diyar kir ku piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re diviyabû demldest biçin Qendîlê û ev xal diyarkirin, "Birêz Ocalan, got ku wê nameyekê ji Qendîlê re binivisîne, di nav 2 rojan de wê bigihêje destê we û diviyabû em bi wê nameyê çûbana Qendîlê. Piştî em ji giravê hatin bi qasî 2-3 rojan em li bendê man, lê belê name negihişt destê me. Heta niha jî negihiştiye destê me. Di hevdîtînan de ji me re hat gotin ku name hîn ji giravê nehatiye, dema bê wê bidin me. Me ji wan re diyar kir ku hevdîtina li Qendîlê girîng e. Bi vî awayî berî niha bi 2 rojan em çûn Qendîlê."

'QENDÎLÊ DA XUYAKIRIN KU LI PIŞT PEYAMA NEWROZÊ NE'

Buldan, destnîşan kir ku di civîna li Qendîlê mijarên girîng girtine dest û der heqê pêvajoyê de nirxandin kirine. Buldan got, "Qendîlê ji me re got, 'Em li pişt peyama Newrozê ne' lê anîn ziman ku divê hikûmet gavên pêwîst biavêje. Dîsa rewşa KCK'yiyên girtî, girtiyên nexweş, neçûna parlamenter û parêzeran a giravê bi berfirehî hat destgirtin. Hevdîtineke erênî bû. Peyama ku wê pêvajo mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî diyar kiriye wê bimeşe hat dayîn."

'OCALAN XWEST 8 ŞAX BIKEVIN PRATÎKÊ'

Buldan wiha dirêjî da axaftina xwe, "Birêz Ocalan xusûsên divê bên kirin bi zelalî diyar kiribû. Bi taybet dabû diyarkirin ku 8 şaxên ku di pirtûka pêncemîn de pêwîst e derbasî pratîkê bibin û li ser van xebat bên meşandin. Hem ji aliyê Qendîl û hem jî ji aliyê BDP'ê ve ji bo ev 8 şax derbasî pratîkê bibin di hevdîtinên me yên berê de û ya herî dawî de jî bi girîngî li ser hat rawestandin. Behsa şaxa aborî, civakî, siyasî û ya li ser esasê jinê kir. Da diyarkirin ku ji bo em wan derbasî pratîkê bikin li pişt me hêzeke muezzem a gel heye. Lewma hevdîtinên ji niha û şûnve girîng in. Em dikevin pêvajoya hilbijartinan. Wek BDP'ê ku karekî girîng li pêşiya me ye, di her du hevdîtinan de jî hat ziman."

'HEKE NAME BIGIHÊJE DESTÊ ME EM Ê BIŞÎNIN QENDÎLÊ'

Buldan, anî ziman ku texmîn dikin nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  der barê pêşveçûna pêvajoyê de be û wiha got, "Ji ber Birêz Ocalan bi giştî di her 2-3 mehan carekê nameyekê dinivisîne û bi rêya ji Qendîlê re dişîne. Lê belê nameya niha hîn negihiştiye destê me. Heke name bigihêje me, em ê ji Qendîlê re bişînin."

Buldan, da xuyakirin ku di hevdîtina ligel Ocalan de serdana heyeta navneteweyî yan jî rojnamevanan nehatiye rojevê.