Buldan: Bila her kes zanibe ku Birêz Ocalan ev pêvajo daye despêkirin

Buldan: Bila her kes zanibe ku Birêz Ocalan ev pêvajo daye despêkirin

Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervin Buldan, têkildari hatina Serokwezîr Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî diyar kir ku Erdogan û Barzanî di hatina Amedê de behsa navê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan jî nekirine û wiha got: "Pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ne di nav de be em qebûl nakin."

Rêxistina BDP'ê ya Îdirê têkildarî pêvajoya "Çareseriya Demokratîk" û "Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî" de li taxên Ozgur, Karaagaç û Cumhuriyetê civînên gel pêk anîn. Rêveberên BDP'ê, Parlamentera BDP'ê û gelek nûnerên saziyên sivîl û gelên taxê amade bûn. Di civîna taxa Ozgurê de Cîgira Serokê Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervin Buldan, têkildari hatina Serokwezîr Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî diyar kir ku Erdogan û Barzanî di hatina Amedê de behsa navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  jî nekirine û wiha got: "Pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ne di nav de be em qebûl nakin."

Buldan, anî ziman ku gelê kurd ji bo mafê xwe gelek bedel dane û tê tu carî van bedelan ji bîr nekin û wiha got: "Em li pişt vê pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin. Em dê bi Birêz Ocalan re têkoşîna xwe berdewam bikin. Em heta dawî li pişt pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin in. Kesên dixwazin li pêş pêvajoyê bibin asteng rê li pêş pêvajoyê digirin û muxatabê şaş nişan didin. Bila her kes zanibe ku Birêz Ocalan ev pêvajo daye despêkirin û muhatabê vê pêvajoyê Birez Ocalan e. Pêvajoya ku Birêz Ocalan ne di navde be nayê qebûl kirin û bi ser nakeve. yekê divê teqez Birêz Ocalan li ber çavan bê girtin û bi wî re diyalog û muzakere pêş bikevin. Divê rol û mîsyona Birêz Ocalan baş bê dîtin û li ber çavan bê girtin. "