Bulbul: Metîner kesekî dewşîrme ye

Bulbul: Metîner kesekî dewşîrme ye

Li Semsûrê di şahiya aşûreyê ya bi sedan welatiyên Elewî beşdar bûn de Serokê PSAKD’ê Kemal Bulbul li hember gotinên Mehmet Metîner ê AKP’yî ku gotibû, “Malên Cem hêlîna terorê ye” nerazîbû nîşan da û Metîner bi “Dewşîrmentî”yê sûcdar kir.    

Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal  (PSAKD) Şaxa Semsûrê û Weqfa Çandê ya Anadolu ya Haci Bektaşî Velî (HBV), li Mala Cem a HBV’ê bi awayekî hevpar şahiya Aşûreyê pêk anîn. Di şahiyê de Serokê PSAKD’ê Kemal Bulbul, Sekreterê Giştî yê HBV’ê Sadik Ozsoy, Rêxistina  BDP û  HDK’ê ya Semsûrê, Meclîsa Bajêr a HDK’ê, Egîtîm Sen, ÎHD, KURDÎ-DER û bi sedan welatî beşdar bûn.  Li qadê pankarta, "Di 76’emîn salvegera bidarvekirinê de em Seyîd Riza bi bîr tînin”  û posterê Seyîd Riza, her wiha pankarta, “Kî bizivire bila bizivire heke  ez venegerim ji rêya xwe” û posterê  Pîr Sultan Abdal û Haci Bektaş Velî hatin daliqandin. Di şahiyê de rêz hat girtin û jinên ku bi cilên herêmî aşûre belav dikirin bala mirovan kişandin. Sekreterê Giştî yê HBV’ê Sadik Ozsoy ku behsa dîrokçeya Meha Muharremê kir wiha got, "Roja ku keştiya Nuh li çiyayê Cûdî bi cih bûye. Kesên ku wê rojê rizgar bûn, ji bo kêfxweşiya xwe ya ji Xweda re dan kelandin kirin şorbe. Dîsa ev roja ku kesên ji Kerbela rizgar bûn aşûre çêkirin. Aşûre ji wê rojê heta îro wek roja rizgariyê tê bîranîn.”

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Kemal Bulbul jî got,  "Di roja me pergala Yezît a bi eslê xwe Muaviye, mîna Kerbela qetlîam  pêk anîn.  Ew Dêrsim, Mereş, Çorum, Sêwas, Koçgîrî û hwd’inin. Malên Cem ne di statuyeke fermî de ne. Ez Parlamenterê Semsûrê Mehmet Metîner ji ber axaftinên wî yên “Malên Cem hêlîna terorê ye”  şermezar dikim.  Mehmet Metîner kesekî dewşîrme ye." Bulbul der barê hatina Serokwezîr Erdogan a Amedê de jî got ku ji ber hilbijartinan e.

Piştî axaftinan semah hat girêdan û aşûrê li mêvanan hat belavkirin.