Bulbul: Bêdengiya li pêşberî berxwedana Rojava, mirovkujî ye

Bulbul: Bêdengiya li pêşberî berxwedana Rojava, mirovkujî ye

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul der heqê komkujiyia sivîlan a li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Bulbul da xuyakirin ku bêdengiya li pêşberî şerê navbera Maf û Heqîqetê yê navbera mazlûman û mirovkujiyan de, mirovkujî bi xwe ye. Bulbul destnîşan kir ku di vê têkoşînê de alîgiriya mirovkujan, xiyanet li ruhber û gerdûnê ye.

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul da xuyakirin ku ji bo kujerên li Rojhilata Navîn ne tiştekî nû ye ku nirxên 'pîroz' ên civakê weke navgîneke komkujiyan were bikaranîn û got, "Yên ku li Rojava gelê Kurd ê mazlûm û li gelemperiya Sûriyê jî Elewiyên Mazlûm bi gotinên 'Allahû Ekber' dikujin, em wan baş nas dikin. Bav û kalên van kujeran li Kerbelayê serê Şahê Şehîdan Huseynî jê kiribûn û hingî 'tekbîra' 'Allahû Ekber' dianîn. Yên ku Hallaci Mansûr xistin çarmixê û gotin 'têrê nake' û serdaê Maf û Heqîqatê Mansûr şewitandin û xweliya wî avêtin nava Çemê Dîcleyê, bav û kalên van mirovkujan e. Yên ku çermê evîndarê Maf û Heqîqatê Seyid Nesîmî gurandin û digotin 'Allahû Ekber' jî heman bav û kalên van mirovkujan e. Gotina 'Allahû Ekber' bi tenê dema xwînê dirijînin û komkujiyê dikin, tê bîra van hovan.

Bulbul diyar kir ku di têkoşîna Maf û Heqîqatê ya navbera mazlûman û mirovkukjan de, bêdeng mayîn; mirovkujî bi xwe ye û got, "Li Rojava û Sûriyê pevçûna gelê Kurd ê Mazlûm û Elewiyên Mazlûm li dijî mirovkujan heye. Li holê 'şerek' tineye. Berxwedana mazlûman a li dijî keriyê zaliman û mirovkujan heye. Di vê berxwedanê de, alîgirtina mirovkujan, xiyanet li tevahiya mirovahî û gerdûnê ye. Ji têkoşîna mazlûman a ji bo maf, edalet, wekhevî û jiyaneke mirovane pîroztir ti nirx tineye. Li Sûriyê û Rojava, 'Cîhada' mirovkujan, wê di berxwedana Maf û Heqîqatê ya Mazlûm de, tine bibe."