Birîna Guneş xedartir kirin

Birîna Guneş xedartir kirin

Girtiyê nexweş Halîl Guneş yê 46 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, di 10’ê Cotmehê de piştî ji singê xwe li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatibû emelyatkirin, bêyî li nexweşxaneyê derman bibe şandibûn girtîgehê. Lê ji ber şert û mercên girtîgehê birîna Guneş saxnebû û pêr saet di 14.00’an de dîsa rakirin Nexweşxaneyê. 

Hat zanîn ku girtiyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê Halîl Guneş ê dîsa rakirine servîsa Patolojiyê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê a Amedê. Ji ber birîna Guneş kêm û elem girtiye, birîna wî kurtir bûye. Hat diyarkirin ku li nexweşxaneyê cihê birîna Guneş hatiye paqijkirin û perçe ji birîna wî hatiye hildan. Perçeyên ji birîna Guneş hatin hildan şandin tomargeha patolojiyê û dê encamên ku derkevin bi encamên berê ve bidin ber hev. Der barê tenduristiya Guneş de doktoran diyar kir ku birîna Guneş ketiye rewşek nebaş û her ku diçe xiraptir dibe. Piştî birîna Guneş hat dermankirin carek din şandin Girtîgeha Amedê.