Birayê Medenî yê leşkeran ew qetil kir, li dijî çûyîna leşkeriyê derket
Birayê Medenî yê leşkeran ew qetil kir, li dijî çûyîna leşkeriyê derket
Birayê Medenî yê leşkeran ew qetil kir, li dijî çûyîna leşkeriyê derket
Mehmet Yildirim birayê Medenî Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve li Licê hat qetilkirin, aşkera kir ku wicdanî wî leşkeriyê red dike. Yildirim di daxuyaniya xwe de got, "eger ez vê çekê hilgirim, hingî tê wateya ku ez vê çekê li dijî gelê xwe hildigirim. Gelo ezê bi vê çekê re dewletê ji gelê xwe biparêzim?"
Mehmet Yildirim, ku birayê wî Medenî Yildirim li ber Qereqola Gundê Hezan ê navçeya Amed Licê di dema protestokirina çêkirina kalekol de di encama gulereşandina leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir ku ew "redkarê wicdanî" ye. Mehmet Yildirim li Salona Civînê ya Wedat Aydin a ÎHD'ê Şaxê Amedê daxuyaniyek da û biryara xwe ya redkariya wicdanî beyan kir. Mehmet Yildirim ê 23 salî, ku 3 sal in li ber xwe dide ji bo neçe leşkeriyê, anî ziman ku beriya qetilkirina birayê xwe jî ew ne difikirî biçe leşkeriyê. Yildirim got, "Ezê çekên Hêzên Leşkerî yên Tirk ên ku di demên bihurî de li herêmê gelek kes qetil kir, bikar neynim."
'EZ LI DIJÎ GELÊ XWE ÇEKÊ BIKAR NAYNIM'
Yildirim diyar kir ku dîroka artêşa Tirk bi komkujî û mirinan dagirtiye û got, "Ev 3 sal in ez ji leşkeriyê direvim. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan hat qetilkirin, qetilkirina Ceylan Onkol, Komkujiya Roboskî û gelek mînakên mîna vê bandora xwe li vê rewşa min kirin. Lê eger ez rahêjim çekê hingî ev tê wê wateyê ku ez li dijî gelê xwe çekê hildigirim. Gelo bi wê çeka ez hilgirim ezê dewletê li hemberî gelê xwe biparêzim? Ya ku bi temamî biryara reda wicdanî bi min da, qetilkirina birayê min Medenî bi tenê nîne. Lê ji aliyekî ve rewşa birayê min bandor li vê biryara min kir. Eger vê biryara min weke îxbarekê qebûl dikin, hingî ew dizanin"
Yildirim diyar kir ku dewletê li dijî Kurdan timî heman helwest nîşan daye û got, "Ez naxwazim di nava otorîteya leşkerî de cih bigirim, fermanan bigirim. Ji xwe ez naxwazim bibim yek ji endamê artêşa ku gelê xwe qetil dike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, weke çi derdikeve pêşiya min bila derkeve, ezê nekim, ez red dikim. Di demên pêş de jî çi derkevim pêşiya min, biryara min ev e, zelal e."
Yildirim bibîr xist ku heta roja îro redkarên wicdanî hatine girtin û li girtîgehan hatine bicihkirin û destnîşan kir ku ew leşkeriyê red dike. Yildirim got, "Ez li wê çeka ku dê têxin destê min difikirim; gelo wê çekê xwîna çend mirovan rijandiye. Cenazeyên mirovên me yên bi salan li Lice û herêmê hatin windakirin, li qereqolan derdikevin. Herî dawî li Licê cenazeyê 8 gundiyan bi awayekî komî ji qereqolê derket."
Yildirim anî ziman ku ji bo neçûna leşkeriyê ewê rapora nexweşiyê jî negire û got, "Ez niha bi dehan mirovan nas dikim ku naxwazin biçin leşkeriyê. Lê belê hemû bi tenê ji leşkeriyê direvin. Ew jî naxwazin biçin leşkeriyê. Ditirsin, fikarên wan hene. Dewlet redkarên wicdanî ji karê li qada cemaweriyê bêpar dihêlîne."
Der barê qetilkirina birayê xwe Medenî Yildirim de jî anî ziman ku ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê agahî di destê wan de nîne û got, "Kengî em dixwazin tiştekî hîn bibin, dozgerî daxwaza me red dike. Em bi ti awayî nikarin beşdarî dozê bibin. Em dixwazin biryara nepenîtiyê ya li ser dozê bê rakirin."