‘Bila Barzanî ji gelê Rojava lêborînê bixwaze’

‘Bila Barzanî ji gelê Rojava lêborînê bixwaze’

Sazî û meclisên sivîl yên bajarê Girkê Legê, daxuyaniyên serokê herêma Başûrê Kurdistanê yên ku dibêje ‘şoreş li Rojavayê Kurdistanê tuneye’ bi daxuyaniyên nivîskî şermezar kirin. Saziyan daxwaz li Serokê Herêma Başûrê Kurdistan Mesûd Barzanî kirin ku lêborîn ji gelê Rojavayê Kurdistanê bixwaze.

Meclisa Gel a Girkêlegê, Meclisa Jinan a Girkêlegê û Saziya Çand û Hunerê li bajarê Rimêlan  daxuyaniyên nivîskî dan. Di daxuyaniyên nivîskî yên saziyan de, daxuyaniyên serokê herêma başûrê Kuridistanê yên ku dibêjin ‘şoreş li Rojava tuneye’ şermezar kirin û jê xwestin ku lêborîna xwe ji gelê Rojava bixwaze. Di daxuyaniyên ku li pêşiya Mala Gel, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê û li Navenda Aram Tîgran a bajarê Rimêlan hatin xwendin de hate destnîşan kirin ku, gelê Rojava ji beriya salek û nîvê di nava xebatên şoreşê de gelek deskeftî bidest xistine û gelek sazî ava kirine. Saziyan diyar kir ku, hemû destkeftiyên gelê Rojava liber çavên Barzanî xuya nakin û dibêje ku şoreş li Rojvayê Kurdistanê tuneye.

Meclis û saziyên sivîl di daxuyaniyên xwe de  gotin : “ Bila Mesûd Barzanî û serokên partiyên  Rojava yên li Hewlêrî runiştine werin Rojava da ku şoreşê û destkeftiyên gel bibînin.”

Di dawiya daxuyaniyan de, ji serokê herêma Başûrê Kurdistanê hate xwestin  ku ji gelê Rojava û ji malbatên şehîdan lêborîna xwe bixwaze.