Bi hezaran kes dê di 27'ê Mijdarê de li gundê Fîsê bin
Bi hezaran kes dê di 27'ê Mijdarê de li gundê Fîsê bin
Bi hezaran kes dê di 27'ê Mijdarê de li gundê Fîsê bin
Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê 35'emîn salvegera 27'ê Mijdarê Roja damezirandina PKK'ê li Gundê Fîsê yê Navçeya Liceya Amedê bi tevlêbûna hezaran kesan pîroz bikin. Beriya pîrozbahiya 27'ê Mijdarê ya li Gundê Fîsê Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz, diyar kir ku 27'ê Mijdarê ji bo kurdan roj veşînê ye û bang li her kesî kir ku di 27'ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê tev li şahiyê bibin.
Her sal kurd 27'ê Mijdarê bi girseyî li kolan, tax, gund, navçe û bajaran bi tevlêbûna 10 hezaran kesan pîroz dikin. Bi 10 hezaran gelê kurd dadikevin kolanan û bi rojan li kolan û taxan bi def û zirneyan û fîşekên hewayî 27'ê Mijdarê pîroz dikin. Gelê Kurd dê îsal 35'emîn salvegera 27'ê Mijdarê Roja vejînê ango damezirandina PKK'ê pîroz bikin. Pîrozbahiya mezin dê di 27'ê Mijdarê de li Gundê Fîzê ku 35 sal berê pêşengên kadroyên PKK'ê li vir civîna xwe pêk anî û PKK ava kir pêk bê. Şahiya mezin dê di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê de pêk bê. Li bendê ye ku Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demirtaş beşdarî vê şahiyê bibin. Rêxitina BDP'ê ji bo şahiyê 200 hezar belavok belav dike û gel vedixwîne şahiya mezin şahiya 27'ê Mijdarê. Rêveber û endamên BDP'ê ji niha de ji bo amadekariyên pîrozbahiyê 5 hezar afişt li gelek kolan û taxên bajar belav kir û dest bi xebatan kir.
Şahî dê bi şîara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" di 27'ê Mijdarê de li Gundê Fîsê pêk bê.
ber avahiyên Rêxistinên BDP'ê yên Navçe û bajarên Amedê pêk bê. Têkildarî mijarê Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emin Yilmaz, anî ziman ku ji bo gelê kurd 27'ê Mijdarê roja veşînê ye û xwest hemû gelê kurd beşdarî vê şahiyê bibin.
'JI BO KURDAN DI 27'Ê MIJDARA 1978'AN DE LI GUNDÊ FÎSÊ VEJÎNÊ DEST PÊ KIR'
Yilmaz, anî ziman ku piştî şerê cîhanê yê 2'emîn li Rojhilata navîn welatan her tişt di nava xwe de li hev parve kiribûn û kurd hatibûn tunekirin. Yilmaz anî ziman ku gelê kurd li Rojhilata navîn nêzî sedsalan in têkoşîna mafê xwe didin, le heta niha negîhiştibûn astek wisa bilind. Yilmaz, da zanîn ku gelê kurd ji bo mafê xwe yê bingehîn û azadiya xwe têkoşînê didin û wiha got: "Înkarkirina liser gelê kurd ê Bakurê Kurdistanî bi sedsalan e didome. Piştî PKK ava bû êdî gelê kurd di qada Neteweyî de dest bi têkoşînê kir û têkoşîna neteweya kurd dest pê kir. Şeyh Said û Sait Riza jî jibo azadiya kurdan û mafên kurdan dêtoşîn dida, lê ew hatin darvekirin. Lê piştî vejîna 27'ê mijdara 1978'an Gelê kurd ji bin bedona Çiyayê Agirî derket û li Gundê Fîsê ji nûve vejiya. Bi damezirandina PKK'ê Gelê kurd ji bin betonê derket û ji nûve ajda. Bi vê kongreyê û avakirian PKK'ê gelê kurd di nava Rojhilata Navîn de bû gelê heri çalak û xurt."
'GER KU NE TÊKOŞINA 35 SALAN BÛNA NIHA KURD XELAS BÛBÛNA'
Yilmaz, destnîşan kir ku gelê kurd bi tekoşîna xwe 35 salan li ser piyan maye û bi têkoşîna 35 salan nav û dengê xwe li cîhanê belav kiriye û nirx û nasnameya xwe bi dest xistiye. Yilmaz, da zanîn ku gelê kurd di têkoşkîna 35 salan de gelek bedelên mezin daye û wiha got: "Edî em hatine serdema çareseriya demokratîk. Ger ku ne têkoşîna gelê kurd a 35 salan bûya niha gelê kurd xelas bûbûya. Em 27'ê Mijdarê wekî roja vejîna gelê kurd qebûl dikin. Ji ber vê yekê em dê di salvegera avakirina PKK'ê de bi hezaran kes biçin Gundê Fîsê ku PKK lê hatiye avakirin û şahiyê pêk bînin. Em dê li wir azadiya xwe biqîrin. Em dê ji bo azadiya Kurdistan û azadiya Rêberê xwe biqîrin. Em bang li hemû gelê Amedê û gelê kurd dikin û dixwazin bi ruhê Newroza 2013'an a Amedê tev li şahiya 27'ê Mijdarê bibin.