Bi hesreta zarokên xwe yên li nav refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Bi hesreta zarokên xwe yên li nav refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Helîme Ehmed a 70 salî bi hesreta dîtina zarokên xwe yên li nav refên YPG/YPJ'ê, jiyana xwe ji dest da. Di lawijên li dû Ehmed de hat gotin, "Destên qirêj dirêjî xaka min bûn. Keçên min ên çav bi kil tevlî şer bûn. Ez bibim qurbanê şervanên Kobanê. Bila emrê min tevlî emrê wan bibe. Berxwedan wê min li xaka min vegerîne..."

Helîme Ehmed a 2 zarokên wê li nav refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dike û ew bi xwe jî neçar ma bê Pirsûsê, emrê wê yê 70 salî nekarî êdî xwe li êşên tên kişandin rabigire. Ji bo dayika Ehmed li wargehê konê sersaxiyê hat danîn û di lawijên ji konê sersaxiyê bilind dibûn de dihat gotin: "Xwezî ez bimira û min ev roj nedîtibûya. Destên qirêj dirêjî xaka min bûn. Keçên min ên çav bi kil tevlî şer bûn. Ez bibim qurbanê şehîdê xwe, şervanên Kobanê. Bila emrê min tevlî emrê wan bibe. Berxwedana zarokên min ên çav bi kil wê min li xaka min vegerîne." 

BI HESRETA ZAROKÊN XWE JIYANA XWE JI DEST DA

Dayika bi navê Xecîce Mûhammed a li wargeha ji konan a Rojav dimîne, anî ziman ku dayika Helîme Ehmed bi hesreta zarokên xwe çavên xwe li jiyanê girtiye. Mûhammed got, "Bi hesreta ku zarokên xwe careke din bêhn bike, mir. Lê ez bawerim ku Kobanê wê rojekê rizgar bibe û vê carê zarokên wê, dê bên ser gora wê û bêhna dayika xwe ji nav axê bikşînin nava xwe."

Xecîce diyar kir ku ew li wargeha ji konan bi alîkariya gel dijîn û got, "Gelê li vir xwedî li me derket. Gelê li vir xizmên me ne. Lê belê ti jiyan, ne li gorî jiyana me ya li Kobanê ye. Em dixwazin li jiyana xwe vegerin. Em dizanin ku em ê li mala xwe vgerin. Ji ber ku zarokên me yên dil bi şêr ên li Kobanê şer dikin, wê Kobanê rizgar bikin û em ê li jiyana xwe ya bedew vegerin."

'ŞERVANÊN ME WÊ ME RIZGAR BIKIN'

Xecîce Mûhammed got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku Kobanê bikeve destê dijmin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rojekê wê ev biqedin, ez bi bawer im. Şervanên me yên li Kobanê li ber xwe didin, wê me ji vê jiyana bi êş rizgar bikin. Berxwedana wan hêzê dide me. Her berxwedan mizgîniya jiyaneke nû ye. Ji ber vê yekê zarokên me carê xwe ji bo rizgariya Kobanê feda dikin. Ez bibim qurbanê wan. Hebûna wan me li ser lingan digire."