Bi ewlebûna Til Koçer re welatiyan dest bi çandiniyê kirin

Bi ewlebûna Til Koçer re welatiyan dest bi çandiniyê kirin

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarê Til Koçerê ji destê komên Eniya El Nusra/DAIŞ rizgar kirin, jiyana herêmê asayî bû û welatiyên herêmê dest bi çandina erdên xwe kirin.

Komên çete yên DAIŞ/Eniya El Nusra ku li bajarê Til Koçer û derdora wê bi cih bûbûn, rê nedan welatiyan ku kar û barên xwe bikin û erdên xwe biçînin. Ji ber zext û kiryarên çeteyan gelek welatiyên herêmê erdên xwe berdan û koçber bûbûn. Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roja 26'ê Cotmehê bajarê Til Koçerê rizgar kirin û herêm ji mayin û  teqemeniyan paqijkirin, jiyana herêmê asayî bû, welatiyên herêmê dest bi çandina erdên xwe kirin.

Welatiyê bi navê Hesen Elî ku beriya niha ji ber zextên çeteyan ji herêmê koçer bûbû û niha vegeriya mala xwe  û erdê xwe diçîne diyar kir ku komên çeteyan zext li welatiyan dikirin û ew ji malên wan derdixistin. Ji aliyê din erdên çandiniyê şewitandin û mayin lê bicî kirin. Elî  da zanîn ku  komên çeteyan alavên çandiniyê û tovê di malan de jî talan kirine. 

Elî Hesen da zanîn ku piştî YPG'ê  herêmê ji wan koman rizgar kir wan dest bi çandiniyê kirine û wiha got;  "Ji ber YPG hemû pêkhateyên herêmê diparize, em jî bi dilek geş diçin ser erdê xwe. Niha me dest bi çandina genim û ceh kirine û şervanên YPG’ê jî alîkariya me dikin.”