Bêyî komîsyona Heqîqetê, rû bi rû bûn çê nabe
Bêyî komîsyona Heqîqetê, rû bi rû bûn çê nabe
Bêyî komîsyona Heqîqetê, rû bi rû bûn çê nabe
Hîndekarê Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê û yek ji damezrînerên Partiya Pêşeroja Çep Mûrat Paker destnîşan kir ku heta komîsyona heqîqetê ya fermî ava nebe, rû bi rû bûn çê nabe û aştiyeke mayînde nayê bidestxistin. Alk. Doç. Dr Paker diyar kir ku di rewşa heyî de xuya nake ku AKP ji rû bi rû bûnê re amade ye û da xuyakirin ku komîsyona heqîqetê bi tenê karê Meclîsê nîne. Paker got, "Divê karên ev komîsyon bike, heqîqatên derxîne holê bi rêya çapemeniyê yan jî hin rêyên din re, bi civakê re parve bike."
Hîndekarê Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê û yek ji damezrînerên Partiya Pêşeroja Çep Mûrat Paker, der heqê 'heqîqat', 'rû bi rû bûn' û navgînên van de, bersiv da pirsên ANF'ê.
Li Tirkiyê ev demeke pêvajoya çareseriyê tê axivîn. Li gorî we Tirkiye bi xwe re bi dîroka xwe re rû bi rû dibe?
Du hînên bingehîn ên rû bi rû bûnê hene. Ya yekemîn; Der barê bûyeran a pêvajoyekê de, du kesên cûda yan jî du komên cûda, du çîrokên cûda tên hemberî hev. Li pêşberî şahidan, ji bo rastî bê dîtin, kar dikin. Ji bo fêm bikin ka çi bûye, rû bi rû dibin. Hîmê yekemîn, eşkerebûna heqîqatê ye. Ya duyemîn; piştî heqîqat (rastî) derket holê, her du alî li ser bingeha têkilîdayîneke nû re bi hev re ji nû ve têkiliyê datîne.
Dema em bi vî çavî li rewşê binêrin, tê dîtin ku li Tirkiyê ne tenê di mijara Kurd-Tirkan de ti ti mijaran de di asta fermî de rû bi rû bûneke cidî û sîstematîk nehatiye kirin. Lê di warê ne fermî de di nava 10-20 salên dawî de di nava civakê de di mijarên Tirk-Kurd, Tirk-Ermenî, hindikahî û Qibrisê de hewldanên rû bi rû bûnê tên dîtin. Lê belê ji bo ev hewldan kûr û mayînde bibin, divê di asta fermiyetê de rû bi rû bûn destpê bike.
Ev yek jî dikarin bi dadgehan an jî komîsyonên heqîqatê çê bibin. Hin navgînên cûdatir jî dikarin werin afirandin. Lê di rewşa heyî de Tirkiye hînê bi ti navgînan bi awayekî fermî neketiye nava pêvajoyeke rû bi rû bûnê.
KOMÎSYONA MECLÎSÊ TÊRÊ NAKE
Li Meclîsê Komîsyona Çareseriyê hat avakirin. Bernameyeke xebatê ya 4 mehan hat diyarkirin. Li mexdûran, li pisporan hate guhdarîkirin. Komîsyoneke bi vî rengî gelo dikare bibe destpêka pêvajoya rû bi rû bûnê ya fermî?
Ez komîsyoneke xwedî xebateke 4 mehan, zêde cidî nagirim. Di nava çar mehan de encax dikare li ser rê û rêbaz, navgîneke kar ji bo demeke dirêj û cidî, biryar were dayîn. Ev plan jî eger ji aliyê mirovên rast ve bi plansaziyeke baş were kirin, wê kar bike. Ji ber vê yekê, komîsyonek xwedî emrekî 4 mehî, nikare xebatek cidî û girîng ji bo rû bi rû bûnê bimeşîne.
KOMÎSYONA HEQÎQETÊ YA FERMÎ ŞERT E
Ji bo pirsgirêka Kurd, divê rû bi rû bûn ji ku derê destpê bike?
Navgînên cûda dikarin werin afirandin. Mînak; Dadgeh û edaleta cezakirinê. Gelek binpêkirinên cidî yên mîna kuştinên kiryarên wan ne diyar, gorên komî, şewitandina gundan û êşkence hene ku divê bi van re rû bi rû bûn were kirin. Pêwîste berpirsyarên van li dadgehan werin darizandin, kujer bên dîtin û werin cezakirin. Hin navgîn hene, lê bi têrkerî nayên bikaranîn. Divê ev hemû baş werin bikaranîn. Lê ev bi tenê têrê nake. Pirsgirêkek xwedî kûrahiyek kronîk û tevlîhev, bi tenê bi dadgeh û hin bûyerên demên dawî re nabe were nirxandin. Lewma, teqez ji bilî dadgehan pêwistî bi navgînên mîna komîsyona heqîqetê heye.
Komîsyona Heqîqetê saziyeke cidî ye ku wê çend salan bixebite û xwedî butçe û personelên xwe ye. Ne navgîneke mîna komîsyona meclîsê ya çend mehan e ku bi tenê parlamenter tê cih digirin. Ji ber vê yekê pêwistî bi guhertinên qanûnî heye ku derfetê bide komîsyonên heqîqetê. Ji bilÎ parlamenteran divê nûnerên civakî yên sivîl, akademîsyen û aktîvîstên li ser vê mijarê xebitîne, di komîsyonekê de cih bigirin. Li cîhanê mînakên vê yên cûda hene, dikare li wan bê nêrîn. Li Tirkiyê jî gelek mirov hene ku van xebatan baş dizanin, ji wan dikare sûd bê wergirtin.
Eger em li ser pirsgirêka Tirk-Kurd de mijarê binirxînin, pêwistî herî kêm bi du komîsyonên jêrîn ên Komîsyona Heqîqatê heye. Ya yekemîn; Divê ji sala 1980 heta roja îro bi bûyerên di 30-40 salan de rû dane, rû bi rû bûn were kirin. Ya duyemîn; ji destpêka avabûna komarê heta roja îro li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd raweste. Divê xebatek were meşandin ku asîmîlasyon, zext û polîtîkayên înkarê yên sîstematîk li dijî Kurdan hatine meşandin bi delîlên berçav werin tespîtkirin û berpisyar werin ronîkirin. Kî hatin mexdûrkirin? Kê kir? Li ku deverê, kengî û çawa hat kirin? Divê ev hemû bibin dokûmanên fermî yên dewletê û meclîs jî vê erê bike.
Rapor wê were çi wateyê?
Tê wateya, eşkerebûna fermî ya hemû pêkanînên dewletê, yanî ronîbûna heqîqetê û qebûlkirina wê. Piştî vê, êdî wê ti tişt mîna berê nebe. Wê bibe dokûmana fermî ya meclîsê û kar û barên piştî wê werin kirin, wê bi referangirtina vê raporê bên kirin. Pirtûkên dersên li dibistanan jî wê bi referansgirtina wê, bên sererastkirin. Xebatên perwerdeyê, qanûn, her tişt êdî neçare li gorî wê rastiyê bên binavkirin, nirxandin. Kêmasiya herî mezin a pêvajoya îro ya aştiyê jî, tinebûn û nedîtina navgîneke bi vî rengî ya rû bi rû bûnê ye. Ji ber vê yekê hikûmet her tim patînaj dike.
Li gorî we, hikûmet ji rû bi rû bûnê re amade ye?
Nîşan nade ku ew gelekî amade ye û xwedî niyete ku hemû pêwistiyên wê bicih bîne. Timî bi zordayînê pêvajo bi pêş ve diçe. Wê bike yan na, wê çi bike, ne diyar e. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin, 'Em di pêvajoyek aştiyê ya li ser rêya rast dimeşe ne, vê carê wê bi ser bikeve.' Weke mirovekî salên dirêj li ser vî karî xebitiye xwedî gumanên; Gelo wesaît wê dîsa biqelibe? Wê kengî biqelibe? Weke daxwazeke siyasî wê wergerîne kendêl?"
DIVÊ HEQÎQET JI CIVAKÊ RE BÊ VEGOTIN
Li gorî we civaka Tirk ji rû bi rû bûnê re amade ye?
Ji ber ku civaka Tirk bi temamî rû bi rû nebûye yan jî nehatiye kirin, ji çareseriyeke adîl û mayînde re ne amade ye. Eger planeke baş werekirin, bernameyeke baş bê amadekirin, bi komîsyona heqîqatê re heqîqat ji civakê re bê vegotin, civak wê bi bûyeran re rû bi rû bibe û ji bo çareseriyê amade be.
Komîsyona Heqîqatê ne tenê karekî meclîsê ye. Xebatên werin kirin, divê heqîqat bi medya û rê û rêbazên din re ji civakê re bên vegotin. Eger ev werin gotin, ev agahî wê di nava civakê de rê li ber bandoreke mezin veke û mirov wê bi xemsarî nêzî heqîqatê nebin. Beşeke mezin a civakê, wê êdî têgihiştina xwe ya li ser agahiyên şaş-derewan biguherînin. Di mijareke bi vî rengî de ne gengaz e ji sedî sedê civakê bê qanihkirin. Dîsa beşeke kêm, wê bibe alîgirê neçareseriyê. Lê eger em bikevin dû rejîma heqîqatê, beşeke mezin a civakê wê qanih bibe ku divê aştiyeke madiye û adîl, were sazkirin.
Berxwedana Gezî gelê Tirk nêzî rû bi rû bûna heqîqetê kir?
Ji bo dema dirêj, berxwedana Gezî civaka Tirkiyê -bi taybetî jî ya li rojava- ji ber ku bi xwe bawer kir, nêzî têkiliyeke baş a bi heqîqatê re kir. Di nava têkoşîna li wê derê de beşên cûda yên civakê bi hev re têkilî danîn, lewma ji bo dema pêş feydeyeke mezin li aştiya civakî kir. Lê belê ji bo dema kin, ji ber ku hikûmetê bexwedana Gezî weke tewşikî nirxand û reaksiyoneke seranser nîşan da, hawirdora vê berxwedanê teng kir. Lê berpirsyarê vê jî hikûmet e. Di şûna ku vê rewşê ji bo demokratîkbûyînê bikar bîne, bi nêzîkatiyeke hîn bêtir otorîter û zexdar, tewş nêz bû. Lewma, gengaz e ku hikûmet hîn bi tirs be.
Ez dixwazim bi bibîranîna navê malbatekê re pirsa xwe bipirsim. Hestiyên yek ji wendahiyên Kerboranê Seyhan hat dîtin. Malbata Dogan wê niha hestiyan bibe Kerboranê û li wir veşêre. Mîna van malbatan, bi hezaran malbat hene. Navgînên rû bi rû bûnê wê êşa van malbatan karibe ji holê rake?
Ti navgîn, ti ceza tineye ku van wendahiya telafî bike. Ti tişt nikare wendahiyan vegerîne. Ya girîng, kêm be jî ev tişta hatiye kirin ji aliyê civakî û polîtîkî ve bê naskirin. Yek hatiye kuştin, lê kuştina wî-ê jî nayê qebûlkirin. Nayê zanîn ka cesedê wê-î jî li ku ye. Qeyd nîne, qebûlkirin nîne, gor nîne. Ji ber vê yekê, cihekî ku xizmên wan karibe êdî nuqteyekê lê deyne, tineye. Bi hezaran mînakên bi vî rengî hene. Ji bo van malbatan û ji bo qada polîtîk ev girîng e; Ev mirov li vê derê, ji aliyê van kesan ve hatin kuştin? Eger karibe were dîtin, hestiyên wan, gorên wan li vir in? Em vê yekê hem di warê civakî hem jî di warê polîtîk de qebûl dikin. Heqîqat ev e, em vê qebûl dikin. Eger em karibin ceza bikin, emê bibînin û ceza bikin. Ji bo careke din neyê kirin, em van tedbîran digirin, lêborînê dixwazin, tazmînatê didin.
Pêkanîna van hemû tiştan, li gorî rewşa destpêkê, cûdahiyeke gelekî mezin e. Mirov nikare bêje di navbera van her du rewşan de ti cûdahî nîne. Ji bo paşeroj li paşerojê bê hiştin, divê heqîqat bê ronîkirin. Eger weke civak em dixwazin bi hev re bi adîlane di nava aştiyê de bijîn, em neçarin rastiyan derxînin holê û pê re rû bi rû bibin.
LÊBORÎN DIVÊ
Gelo lêborîna dewletê wê baş bike?
Lêborîn di nava hemû navgînên rû bi rû bûnê de xelekeke girîng e. Ne bi tena serê xwe. Eger heqîqat wê bê ronîkirin, divê bi her awayî ji her kesî re bê vegotin, berpisyar bên cezakirin an jî di berdêla vegotina her tiştî de were efûkirin. Dewlet divê tedbîrên nû bigire, guhertinên qanûnî bike. Dema ev hemû hatin kirin, divê berpirsyarê herî payebilind ê dewletê derkeve bêje, "Di van deman de ev ev hatin kirin. Polîtîkayên dewleta me. Hin wezîfedarên dewletê ji ber van sedeman ev kirin. Ev şaş in, ji ber vê yekê em xemgînin, weke dewlet em lêborînê dixwazin. Ji bo careke din ev nebin, me ev ev kirin, emê bikin, ji bo tazmînatê jî em van difikirin." Bi vî wê lêborînê bixwaze. Ev yek wê di navbera paşeroj û pêşerojê de sînorekî xêz bike. Lêborîn bi tena serê xwe ne tiştek e. Rewşa bilêvkirina pakêtekê bi awayekî sembolîk e. Ya girîng, naveroka wê pakêtê ye. Serokwezîr der heqê komkujiya Dêrsimê de gotibû, 'Eger pêwîst be ezê lêborînê bixwazim'. Lêborînek bi vî rengî nabe. Ji ber ku der heqê Dêrsimê de heta niha rayedarekî dewletê gotinên bi vî rengî nekiribû, ya Erdogan girîng bû. Lê belê ji ber ku cih neda naveroka lêborînê, bi ti awayî têrê nekir.