Berxwedêrên Şengalê li gundê Barê 5 çeteyên DAIŞ kuştin

Berxwedêrên Şengalê li gundê Barê 5 çeteyên DAIŞ kuştin

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li gundê Barê di şer û pevçûneke 29’ê Îlonê de 5 çeteyên rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê kuştin, di şer û pevçûnan de şervanekî YBŞ’ê jî jiyana xwe ji dest da.

Ev agahî ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ve hat dayîn. NÇR-HPG’ê got: “29’ê Îlonê sibehê saet 5.30’an de YBŞ’ê li gundê Barê 5 çete kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Egîd ê li gundê Barê şehîd ket hat lidarxistin. 27’ê Îlonê mayîna aîdî çeteyên DAIŞ ku di navbera gundê Barê û Cesîlyê de danîbûn, teqiya şervanê YBŞ’ê yê bi navê Egîd Hecî jiyana xwe ji dest dan.”