‘Berxwedana li Rojava şoreşê nîşanî her kesî dike’
‘Berxwedana li Rojava şoreşê nîşanî her kesî dike’
‘Berxwedana li Rojava şoreşê nîşanî her kesî dike’
Nûnerên partiyên siyasî yên kurd ên Dirbêsiyê û rêxistin û saziyên Helebê û Efrînê îdîayên Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dibêje "Li Rojava şoreş tune ye" şermezar kirin.
Derbarê îdîayên Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dibêje "Li Rojava şoreş tune ye" gelek dengên nerazîbûnê bilind bûn. Nûnerên partiyên siyasî li Dirbêsiyê jî îdîayên Barzanî deriwandin û bi tundî şermezar kirin. Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemedê Mûsa li dijî îdîayên Barzanî nerazîbûn nîşan da. Mûsa, destnîşan kir ku Rêveberiya Demî ya Rojava ne di berjewndiya hin hêzan de ye ji ber wê li dijî gelê Rojava daxuyaniyan didin û wiha axivî: "Gelê Rojava gelek qurbanî dane û bi hêza xwe parastina herêmên xwe kir. Berxwedana li Rojava şoreşê nîşanî her kesî dike." Mihemedê Mûsê helwesta Barzanî ya li dijî PYD'ê ne di cih de bi nav kir.
Endamê PYD'ê Mihemed Elî Ferman jî îdîayên Barzanî şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd şorşeke bê hêmpa jiyan dike û gelek fedakarî dane. Mihemed serdana Barzanî ya Amedê jî şermezar kir û got ku serdana Barzanî li dijî berjewndiyên gelê kurd e.
Endamên PYD'ê Ebdulwehab Fino û Ebdurehman Kaso jî îdîayên Barzanî şermezar kirin û diyarkirin ku siyaseta PDK'ê û Barzanî li îradeya gelê kurd e.
EFRÎN
Bi heman armancê li Efrînê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Gel a Efrînê û Saziyên Civakî yên Sivîl hatin cem hev û li dijî îdîayên Barzanî daxuyanî xwendin. Li navçeya Şera ya Efrînê jî endamên navenda Perwerde û Zanistî ya Jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin cem hev û daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyan de îdîayên Barzanî derbarê şorşa Rojava û serdana wî ya Amedê hatin şermezarkirin.
HELEB
Şaxê Yekîtiya Star a Helebê bi daxuyaniyekê îdîayên Barzanî şermezar kir. Di daxuyaniyê de şehîdên şorşa Rojava hatin bîranîn û îdîayên Barzanî ku dibêjin "li Rojava şoreş tune ye wekî dijî îradeya gelê Kurd hate binavkirin. Di daxuyaniyê de serdana Barzanî ya Amdê û hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê Tirk Receb Teyib Erdoxan re li dijî Yekîtiya kurdan hate binavkirin.