Berxwedana girtîgehê rê li pêş pêvajoya aştiyê vekir

Berxwedana girtîgehê rê li pêş pêvajoya aştiyê vekir

Sala borî wekî îro, ango 18’yê Mijdara 2012’an berxwedana girtiyên doza PKK û PAJK’ê ku di 12'ê Îlonê de destpê kir, piştî 68 rojan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû. Bi deh hezar girtiyên ketibûn greva birçîbûnê diyar kirin ku wan li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîne. Di ser çalekiyê re salek derbas bû û li ser vê çalakiyê di sala 2013'an de pêvajoya aştiyê hat destpêkirin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekî diyar kiribû ku ji ber hikûmeta AKP û dewleta Tirk polîtîkaya mijûlkirinê pêş dixîne lewma ez xwe ji pêvajoyê paşve vedikişînim, PKK’ê jî di Tebaxa 2010’an de bi daxuyaniyekî şerê gêl ê şoreşger îlan kir. PKK’ê şerê gel ê şoreşger wekî dema 4’an a têkoşîna xwe binav kir û rol û risteke stratejîk lê kir. Bi destpêkirina pêvajoya şerê gel ê şoreşger re HPG’ê jî operasyonên ku wekî operasyonên şoreşger binav kir pêş xist. Yekîneyên HPG’ê nemaze li xeta Şemzînan, Gever û gelek deverên din ên ser sînor li dijî qereqol û baregehên leşkerî çalakî pêk anîn û xist bin kontrola xwe. Tevî van çalakiyan li gelek deverên herêmê jî meşên girseyî û çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. Bi geşbûna têkoşîna dema nû re rayedarên hikûmeta AKP û dewleta Tirk jî wekî ker, lal û kor tev digeriyan. Dema ku ev geşedan diqewimîn di 12’yê îlona 2012’an de li girtîgeha Tîpa D'ya Amedê girtiyên doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekî aşkera kirin ku wan ji bo piştgiriya demê dest bi greva birçîbûnê kirine û gotin; "Ev demeke dirêj e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Ocalan ne bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Aktorê sereke yê aştiyê Ocalan e, lewma em dixwazin Ocalan wekî mûxatap were girtin. Heta Ocalan wekî mûxatap neyê dîtin û astengiyên li pêşiya parastina bi zimanê kurdî ranebin em jî dê dev ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernedin."

ÇALAKÎ PIŞTÎ BERXWEDANA 68 ROJAN LI SER BANGA OCALAN BI DAWÎ BÛ

Piştî vê daxuyaniyê greva birçîbûnê di demeke kurt de belavî tevahî girtîgehên din ên Tirkiyeyê bûn û hemû girtiyên doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tevlî greva birçîbûnê bûn. Di çalakiya ku 68 rojan berdewam kir de hikûmeta AKP û dewleta Tirk ket nava tengasiyên mezin û banga bidawîkirina çalakiyê kirin. Lê girtiyên doza PKK û PAJK'ê tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê jî çalakî bi israr domandin. Çalakiya girtiyan li derve di nava gelê kurd de jî deng veda û deh hezaran kurd daketin qadan û xwestin ku daxwazên girtiyan pêk bên. 

Rayedarên dewleta Tirk jî ji neçariyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku Ocalan bi bangekî dawî bi çalakiya girtiyan bîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan daxuuyaniyeke da û got; "Çalakiya girtiyan bi rûmet e û gihîştiye armanca xwe. Lewma divê girtî dawî li çalakiya xwe bînin û yên derve vê erkê bigirin ser milê xwe. Girtiyan jî li ser banga Ocalan dawî bi çalakiya xwe anîn. Di 68 rojên ku greva birçîbûnê de tenduristiya gelek girtiyan xira bû û girtî rakirin nexweşxaneyan. Salek ji ser çalakiya girtiyan re derbas bû. Ji wê rojê ta îro hikûmeta AKP'ê û dewletê di warê şert û mercên girtiyan de tu guhertin pêk neanîn û berovajî vê yekê piştî çalakiyê ji bo wan radest bigire pêkanînên der mirovîn pêk tîne. Girtiyan jî bi çalakî û berxwedana xwe careke din nîşan dan ku destkeftî ne bi daxwazan bi têkoşîneke bê hempa dê pêk bên.