BDP'ê 'mutebakata veşartî' ya navbera Erdogan-Barzanî pirsî
BDP'ê 'mutebakata veşartî' ya navbera Erdogan-Barzanî pirsî
BDP'ê 'mutebakata veşartî' ya navbera Erdogan-Barzanî pirsî
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê bi civîneke çapemeniyê xwest, protokola veşartî ya tê îdîakirin di navbera Serokwezîr Erdogan û Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî de hat morkirin, bê aşkerakirin. Radyoya Dengê Emerîkayê jî da xuyakirin ku îlana xweseriya li Rojava Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixe nava fikaran û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê Erdogan serî li alîkariya Mesûd Barzanî da.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê der barê serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî bo Amedê de li avahiya partiyê ya bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist.
Hevserokê BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz li civînê peyivî û diyar kir ku di encama hevdîtina Erdogan û Barzanî de "planên tinekirinê" derketiye holê. Yilmaz anî ziman ku Erdogan ji ber girseya li bendê bû nedît "biratî" destnîşan kir.
Yilmaz ragihand ku Serokwezîr Erdogan hewl dide xwe weke "mîmarê aştiyê" nîşan bide, lewma ji vexwendiyan Barzanî û hunermend Perwer û Tatlises derxistiye ser dikê. Yilmaz bibîr xist ku deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pêvajoya "çareseriya demokratîk" da destpêkirin, di Newroza 2013'an de ji aliyê gelê Amedê ve li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin û destnîşan kir ku ne tenê Enqere tevahiya cîhanê ji wê roja dîrokî re şahidî kir.
Yilmaz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser îdîayên ku dibêjin li Amedê di navbera Erdogan û Barzanî de peymanek ji 4 xalan hatiye morkirin û pirsa, "Gelo xala gerî girîng a vê peymanê destûrnedana rêveberiya de facto ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD'ê ve tê xwestin were avakirine?" pirsî. Yilmaz her wiha pirsî, "Di 17'ê Mijdarê de sivîlên ku dixwestin ji gundê Hîmo yê Qamişlo derbasî Nisêbînê bibin û tevî ku derfet hebûn werin girtin, gelo ji ber hukmê xala vê peymanê bi gulereşandina ji maşînên zirxî hatin qetilkirin û 2 jî hatin birîndarkirin?"
DENGÊ EMERÎKA: ERDOGAM-BARZANÎ DER HEQÊ PYD'Ê DE CIVIYAN
Ji aliyê din ve Radyoya Dengê Emerîka der barê mijarê de nûçeyek weşand û diyar kir ku sedema serdana Barzanî ya ji bo Amedê pêşketinên li Rojava ye. Radyoyê diyar kir ku îlana xweseriyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dixe nava fikaran, lewma serî li alîkariya Mesûd Barzanî daye.
Radyoyê got, "Xurtbûna milîsên Kurd ên li Sûriyê, hem Kurdên li Iraqê hem jî Tirkiyê dixe nava fikar û gumanan."