BDP'ê 27'ê Mijdarê li Amedê pîroz kir
BDP'ê 27'ê Mijdarê li Amedê pîroz kir
BDP'ê 27'ê Mijdarê li Amedê pîroz kir
Rêxistina BDP'ê ya Sûrê li navçeya Surê ya Amedê 35. salvegera damezirandina PKK'ê ya 27'ê Mijdarê bi şahiyekê pîroz kir.
Li Taxa Îskender Paşa ya Sura Amedê, Rêxistina BDP'ê ya Surê, 35. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê ya 27'ê Mijdarê bi şahiyek li ber avahiya Komeleya Welatiyên Azad-Wekhev pîroz kir. Serokê BDP'ê yê Surê Adnan Akgul û bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahî hat darxistin alên PKK'ê û KCK'ê hat vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan û kodroyên pêşeng Mahsun Korkmaz (Agît) û Zeynep Kinaci (Zîlan) hat daliqandin. Ciwana panqarta "27'ê Mijdarê roja cejna vejînê piroz be" vekir û fîşekên hewayî teqandin. Di pîrozbahiyê de sirûda"Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Serokê BDP'ê yê Surê Adnan Akgul di pîrozbahiyê de axivî û 35. roja damezrandina PKK'ê pîrozkir. Akgul diyar kir ku dê xwedî li bîranina kesên di têkoşina azadi û demokrasiyê de jiyanan xwe ji dest dane derkevin û wiha got: "PKK di roja 27'ê Mijdara sala 1978'an de li gundê Fîsê a Licêya Amedê hat damezirandin û gelê Kurd ronî kir. Beriya ku PKK bê avakirin gelê Kurd şerm dikir ku bêje ez Kurdim. Lê di sala 1978'an de bi damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe anî ziman û rastiya xwe dît." Akgun xwest her kes beşdarî pîrozbahiya BDP'ê ya li Gundê Fîsê bibe.
Di pîrazbahiyê de hûnermendê Komeleya Çanda Dîcle Firat Ronî Erez û Koma Jiyara derket ser dikê.