Bayik: Xweseriya Demokratîk a Rojava ya rast e

Bayik: Xweseriya Demokratîk a Rojava ya rast e

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd bi şoreşa li Rojavayê Kurdistanê serbilind e û got, "Hin partî ji PYD'ê re dibêjin werin em destketiyan di nava xwe de parve bikin û partiyên din li derve bihêlin." Bayik destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin feraseta PYD'ê ya Xweseriya Demokratîk, ku hemû partî û saziyên siyasî dixe nava xwe.

Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de serdana Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistan Mesûd Barzanî, xebatên ji bo Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê nirxand.

Bayik da xuyakirin, ku ji ber daxuyaniya Barzanî ya beriya serdanê der heqê Rojavayê Kurdistanê de kiribû, vê serdanê di nava Kurdên li Bakur de rê li ber dilşikestinekê vekir û got, bilêvkirina navê Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve, yek ji encamên tevgera têkoşîna azadiyê ya Kurdan e.

Bayik destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd piştgiriyê dide feraseta PYD’ê ya xweseriya demokratîk ku hemû partî û saziyên siyasî dixe nav xwe.

Di nivîsa Bayik de bi vî rengî ye:

"Serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistanê ya Amedê rê li ber gelek nîqaşan vekir. Li ser dema wê û AKP bi vê hevdîtinê dixwest çi bi dest bixe şîrove hatin kirin. Di van nîqaşan de şîroveyên aliyê wan ê rast hebûn û aliyê wan ê kêm jî hebûn.

Rastiyeke vê hevdîtinê ew e ku AKP dixwaze ji vê sûdê wergire. Jixwe ne wisa bûya hevdîtinek bi vî rengî nedihat plankirin. Ji ber vê yekê ev hevdîtineke ku dema wê û hedefên wê ji berê de hatiye diyarkirin e. Bêguman çûyîna birêz Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê yan jî Amedê tiştekî xwezayî ye. Berê jî ji federasyona Kurdistanê gelek rayedar çûne Tirkiyeyê. Birêz Barzanî jî çûye. 

Vê hevdîtinê di nava kurdên bakurê Kurdistanê de rê li ber dilşikestin û gumanan vekiriye. Bi taybetî jî daxuyaniya birêz Barzanî ya beriya hevdîtinê ku li ser rojavayê Kurdistanê kiribû dilşikestinek çêkir. Ji ber ku kurd Rojava wekî rûmet û namûsa xwe dibînin. Ji bo ereban Filistîn çi ye ji bo kurdan jî Rojava heman tişt e. Ji ber vê yekê beriya çûyîna Tirkiyeyê dayîna daxuyaniyek bi vî rengî manîdar hat dîtin. 

Ji ber ku gelê kurd bi serbilindiyeke mezin ji bo xwedîderketina Şoreşa Rojava ku ji şoreşên cîhanê yên sereke yek jê ye di nava tevgerînekê de ne, bi daxuyanek bi vî rengî  re rû bi rû man. 

'BILÊVKIRINA NAVÊ KURDISTANÊ JI ALIYÊ ERDOGAN VE, YEK JI ENCAMÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE'

Her wiha AKP ligel berpirsyariya xwe ya çareseriyê bi cih neaniye jî di vê demê de û beriya hilbijartinê hevdîtinek bi vî rengî pêk aniye. Jixwe di vê pêvajoya ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê hikûmeta AKP’ê tevgav kiriye de mirov bibêje ku ji bo vê yek sivik bike  hevdîtinek bi vî rengî plan kiriye ne xelet e. Ji ber vê yekê fikara ku AKP di vê hevdîtinê de ji bo kurdan encamekê bi dest nexe derketiye holê. Yan na dê kurdistaniyên bakur ji hatina birêz Barzanî ya li Amedê kêfxweş bibûna. Ji ber ku hatina lîderekî kurdan a Amedê wekî serkeftina têkoşîna demokrasî û azadiyê ku dimeşînin tê dîtin. 

Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdan ne tenê ji bo bakurê Kurdistanê ji bo kurdên li parçeyên din dijîn encamên erênî bi dest xistine û ev yek piştî vê hevdîtinê jî hatiye dîtin. Serokwezîr Erdogan cara ewil navê federasyona Kurdistanê wekî Kurdistan aniye ziman. Ev baş jî bûye. Dîsa di komcivîna xwe de gotina ‘Di mecilsa 1920’an de ji Rojhilat û Başûrêrojhilat re Kurdistan dihat gotin, Ataturk jî digot Kurdistan’ bêguman encama vê têkoşînê ye. 

'TEVGERA AZADIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE FERASETA XWESERIYA DEMOKRATÎK'

Ger ku îro li ser navê kurdan li bakurê Kurdistanê siyaseta tê kirin û bangawaziya ji bo kurdan ku bûye nirxek bi saya Têkoşîna Azadiyê derketiye holê. Lê belê hemû hêzên ku dixwazin li bakurê Kurdistanê ji xwe re bingehekê çêbikin daxwaz û hesreta tînin ziman. Ji ber vê yekê kesên ku Têkoşîna Azadiyê dimeşînin ji vê encama ku derketiye holê serbilind in. Bi saya vê hevdîtinê li ser Şoreşa Rojava nîqaş tên meşandin. Hin alî bizanebûn aliyê Şoreşa Rojava yê azadî û demokratîk berevajî dikin. Ligel Şoreşa Rojava xwedî aliyekî demokrasiya tevkarî ye jî vê yekê berevajî dikin. Halbukî hin partî bi nêzêkatiyeke ne demokratîk ji PYD’ê re dibêjin ‘Werin em van destkeftiyan di nav xwe de parve bikin û partiyên din jî li derveyî vê bihêlin’. Tevgera Azadiya Kurd piştgiriyê dide feraseta PYD’ê ya xweseriya demokratîk û hemû partî û saziyên siyasî dixe nav xwe. Ya rast jî ev e.  

AKP’ê rê nedaye gavên Rêber Apo ku bi berpirsyariya gelan ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ligel ji bo çareseriyê gav neavêtiye jî bi hezaran siyasetmedarên demokratîk bi hincetên biçûk di zindanan de digire. 

AKP’a ku BDP’ ê ji xwe re wekî rakîbê siyasî dibîne, ji bo wê lawaz bike bi hezaran siyasetmedarên wê di zindanê de digire û 5 sal in wan di nava 4 dîwaran de digire ji gotina hikûmetê ya ‘Bila siyaset têkeve dewrê’ kî bawer bike? Heta ku bi hezaran siyasetmedaran di zindanê de bigirin û her roj yên nû biavêjin zindanan ma kî dikare qala pêvajoya çareseriyê û aştiyê bike? Ger ku heta niha hêj qala pêvajoyê tê kirin ev ji ber ew vîna yekalî ya ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve tê meşandin e. 

AKP ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu gav neavêtiye. Em dest ji gavavêtina çareseriyê berdin, mercên ji bo çareseriyê jî amade nekirine. Ji ber ku tiştê Tevgera Azadiya Kurd û Kurd ji çareserî û pêvajoyê fêm dikin û tiştê ku AKP jê fêm dike ne wekî hev in. Ji ber vê yekê nîqaşa ‘Hikûmeta AKP’ê pêvajo xitimandiye û li holê pêvajo nehiştiye’ tê kirin. 
Yan na Rêberê Gelê Kurd jî Tevgera Azadiya Kurd jî gavên ku heta niha avêtine helwesta wan a ji bo çareseriyê nîşan dide. Lê belê bêcidiyetiya AKP’ê rewşa şer li holê hiştiye. 

Ji ber vê yekê kî alîgirê çareserî û pêvajoyê be divê polîtîkayên AKP’ê rexne bikin û bihêlin ku ji bo çareseriyê gav biavêje. Yan na alîkariya wan nagihêje pêvajoya çareseriyê ya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin. Berovajî vê yekê avê ji aşê polîtîkaya bêçareseriyê ya AKP’ê re bikşîne wêdetir naçe.