Bayik: DYE û Rûsya hatin ser xeta sêyemîn a Kurdan

Bayik: DYE û Rûsya hatin ser xeta sêyemîn a Kurdan

Cemîl Bayik da xuyakirin ku li Sûriyê hêza bingehîn a demokratîk Kurd e û destnîşan kir, ku DYE, Ewropa, Rûsya û Çîn hatine ser xeta sêyemîn a Kurdan. Bayik tesbîta "ne rejîma Esad, ne jî jiyaneke civakî û siyasî ya xwe dispêre Îslama ji cewhera xwe hatiye dûrxistin" kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin û pêvajoya bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, nirxand.

SÛRIYEYA NÛ WÊ BANDORÊ LI KAREKTA SIYASÎ YA TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN BIKE

Bayik da xuyakirin ku gava di destpêkê de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Ewropayê piştgirî dan mûxalefeta li Sûriyê, xwestin mûxalefet rabe ser piyan û rejiya Esad têk bibe, lê ev hesabê wan pêk nehatiye. Bayik got, "Di demeke kin de derket holê ku hêzên Îslamî li Sûriyê bûne xwedî bandor. Emerîka û Ewropyaê dîtin ku dewleta nû ya li Sûriyê rû bide wê bi Sûriyê sînorkirî nemîne, bandorê li karektera tevahiya Rojhilata Navîn bke. Gava ku fêm kirin Îslamiyên Siyasî wê serdest bibin, ev hêzên navnetewî ketine nava lêgerîneke nû ya ji bo deshilatdariya nû ya Sûriyê."

RÛSYA Û ÇÎN JI DESTPÊKÊ VE DI HAYA VÊ KAREKTERA SÛRIYÊ DE BÛN

Bayik diyar kir ku, Rûsya û Çînê dizanîbûn ku Sûriye xwedî karetera bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike, lewma hîn bêtir bala xwe dabûn ser Sûriyê û piştgirî dan rejîma Sûriyê ya berê jî pê re di nava têkiliyê debûn. Bayik ragihand ku Îran ji ber berjewendiyên xwe piştgirî da rejîma Sûriyê û Iraq jî bûye perçekey ji vê têkoşînê. Bayik got, "Ji ber vê yekê, têkoşîn û pevçûnên siyasî yên li Sûriyê hîn bêtir tevlîhev bûne. Lewma ji şerê li Sûriyê re weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê gotin."

WÊ NEHÊLIN TIRKIYE LI SER SÛRIYÊ XWEDÎ BANDOR BE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku, hilweşîna Sûriyeya kevin û avabûna Sûriyeya nû wê li ser bingeha lihevkirinekê pêk were û anî ziman ku ev lihevkirin jî wê nebe lihevkirina hêzên wekhev. Bayik got, "Wê hêzeke hegemon hebe. Ji xwe Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û li gel wê Ewropa cih digire. Herçend hêza bingehîn a bi bandor ev bin jî, di encama hevdîtinên li Cenevreyê de wê berjewendiyên Çîn û Rûsyayê jî di hin astê de li ber çavan werin girtin. Wê destûrê nedin Tirkiyê ku di warê siyasî de li Sûriyê xwedî bandoreke mezin be. Lê dê ji Tirkiyê re hin derfetên aboriyê bê nasîn."

PARADÎGMAYA OCALAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku zihniyeta siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza li Amedê de pêşkêş kir, proje û paradîgmayeke xwedî çareseriya pirsgirêkên civakî û jiyana azad û demokratîk a hemû civakên ol û etnîkî yên Rojhilata Navîn e. Bayik anî ziman, ku Ocalan li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê serdemeke azadiyê daye destpêkirin û got, "Eger ev paradîgmaya azadîperestiya zayendî, ekolojîk û demokratîk ji aliyê civakan ve bê naskirin û lê xwedî derkevin, wê ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn gavên girîng bên avêtin. 

DI PARÊZNAMEYA ATÎNAYÊ XETA SIYASÎ YA SÊYEMÎN HAT DESTNÎŞANKRIN

Bayik da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîna beriya destwerdana Emerîka li Iraqê, di Parêznameya xwe ya Atînayê de ev rewşa heyî ya Rojhilata Navîn pêşdîtiye û got, "Rêber Apo hîn wê demê got, destwerdana DYE ya li herêmê, wê jiyaneke azad û demokratîk nîne ji gelan re. Wî xwestibû, li hemberî vê rewşê xeteke siyasî ya sêyemîn were destnîşankirin. Parêznameya xwe ya Atînayê li ser vê bingehê nivîsand. PKK, wê di dema destwerdana Emerîkayê de hewl bida vê projeyê li gel Bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya Iraqê bicih bîne. Wê xwe weke projeya jiyaneke siyasî ya alternatîf rêxistin bikira û bi bandor bibûya. Lê belê, ew tasfiyekariya di navbera sala 2003-2004'an de derket holê, ev hewldan sabote kir. 

EV PARADÎGMA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BICIH BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku ev paradîgmaya xeta sêyemîn a siyasî derfet dîtiye xwe li Rojavayê Kurdistanê bicih bike û got, "Ji xwe nêzî 30 sal in bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd hêzen demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, rêxistinbûyînek li ser bingeha konfederalîzma demokratîk a projeya jiyana azad û demokratîk ava dikin. Rastiya gelê Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê Rêber Apo ve hat afirandin, xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd û hemû pêşketinên tevgera azadiyê ya Kurd li gelemperiya Rojhilata Navîn pêk aniye, bûne sedem ku di rewşa bi krîz a li Sûriyê de jî Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk biafrîne. Li Rojavayê Kurdistanê niha Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk ava dikin. Pergala xwe ya demokratîk diafirînin. Li Rojava niha rastiya Kurdistana Xweser û Azad a xwe dispêre jiyana demokratîk û azad heye.

KURDISTANA XWESER Û DEMOKRATÎK A LI ROJAVA, JI BO ROJHILATA NAVÎN MÎNAK E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku rastiya Kurdistana Azad û Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ji bo Sûriyê ji bo tevahiya Rohilata Navîn xwedî karektera mînakdariyê ye. Ji xwe, ev Xweserî giyana xwe ya azadîperest ji xeta azadiyê ya jinan, dînamîzma xwe ya azad jî ji evîna ciwanên Kurd a azadiyê digire. Paradîgmaya nû ya Rêber Apo, felsefeya wî ya jiyana azad û demokratîk, tevahiya enerjiya gelê Kurd derxistiye holê. Îro li Rojavayê Kurdistanê ji heft heta heftê salî herkes li ser piyane. herkes jiyaneke azad û demokratîk dixwaze. Êdî jiyana koledarî û di bin deshilatdariyê de, kes qebûl nakin. Li Rojavayê Kurdistanê rastiyeke jiyanê derketiye holê, ku civak bi xwe karê xwe dimeşîne, xwe bi rêve dibe. Vê yekê hêz û berxwedana civakê derxistiye holê. Ev rastî ji aliyê tevahiya gelên Sûriyê, tevahiya gelên Rojhilata Navîn ve tê dîtin."

DYE, EWROPA, RÛSYA Û ÇÎN HATIN SER XETA SÊYEMÎN A KURDAN

Bayik ragihand ku di rewşa niha de hêza alternatîf a demokratîk a bingehîn Kurd e û jiyana demokratîk û azad a Kurdan, alternatîfa yekane ya jiyana civakî û siyasî ye. 

Bayik got, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Ewropa, Rûsya û Çîn, bi awayekî cûda be jî, hatine ser xeta sêyemîn a Kurdan. Ne jiyanek bi rejîma Esed re ne jî jiyanek civakî û siyasî ya bi Îslama noker re. Vana tên redkirin, lê belê ne DYE, ne Rûsya û ne Çîn nizanin ka di şûna van de çi bicih bikin. Lê projeya Kurdan zelal e û diyar e. Xeta Kurdan a sêyemîn, rêya wan a sêyemîn diyar e. Xeta jiyana azad û demokratîk diyar e. Ji ber vê yekê, bêguman bandora xwe li tevahiya civaka Sûriyê dike. Mejiyê siyasî û projeya azad û demokratîk a Kurdan di heman demê de bûye sedem ku civaka Ereb a li Sûriyê berê xwe nede rêyeke şaş. Rastiya jiyana demokratîk a Kurd niha dijîn, teqez bandor li jiyana siyasî ya li Sûriyê kiriye. Eger îro Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Rûsya, Çîn, Îran herkes di nava lêgerîna rêyeke sêyemîn de ye, ev yek bingeha xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê digire. Eger ev projeya Kurdan rast were vegotin, wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê bike."